Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kir

Tirkiye ku hewl dide pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê xurt bike, piştî korbendên bazirganî li Enqerê pêşwaziya şandeyeke Herêma Kurdistanê kir.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Tirkiye ku hewl dide pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê xurt bike, piştî korbendên bazirganî li Enqerê pêşwaziya şandeyeke Herêma Kurdistanê kir. Di çarçoveya komxebateke li ser rewşa Iraq û Kurdistanê Şandeyeke ji Kurdistanê ku ji wezîr, parlementer û Mîrê Êzidiyan pêk tê serdana Tirkiyê kirin.

Li Enqera paytexta Tirkiyê ji aliye Navenda Lêklînên Rojhilata Navîn ORSAMê ku saziyeke nêzî hikûmetê ye li ser rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê û rewşa pêkhateyên li Kurdistanê komxebateke ku ji çapemeniyê re girtî hate amadekirin.

Ji Herêma Kurdistanê, Wezîrê Herêmê Aydin Marûf, Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û Endamê Polîtbûroya Kongreya Demokratî ya Asûriyan Ferîd Yakup Elya beşdarî komxebatê bûn.

Berpirsên Wezareta Derve, Wezareta Perwerdehî û Wezareta Berevanî  yên Tirkiyê jî di komxebatê de amade bûn. Derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyê de Mîr Hazim Beg ragihand ku di çarçoveya bermaneyeke 3 rojî de ew hatine Tirkiyê û ew ê li gel Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bicivin.

Mîr Hazim Beg ji K24ê re diyar kir: “Bernameyên me li Tirkiyê gelek in, em li gel gelek saziyan li hev rûniştin. Em ê sibê li gel Wezareta Derve ya Tirkiyê bicivin. Bernameya me doh, îro û sibê ye. Di komcivîna îro de ez ê behsa Êzidiyan bikim. 74 ferman hatine serê Êzidiyan fermana dawî sala 2014an bû. Em dixwazin careke din ferman çênebin.  Em dixwazin careke din wegerin Şingalê.”

Rayedarên ORSAMê jî amaje pê kirin ku Tirkiye giringiyê dide du mijaran û ev komxebat jî li ser van mijaran hatiye amadekirin.

Kordînatorê Lêkolînên Iraqê Bîlgay Duman ji K24ê re ragihand: “Tirkiye piştevaniya başbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike û dixwaze kêşeyên heyî bên çareserkirin. Ji ber ku Tirkiye giringiyê dide pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê. Ber vê çendê me şandeyeke ji herêma Kurdistanê pêşwazî kir. Rewşa siyasî ya li Iraqê, giringiya Herêma Kurdistanê di nava siyaseta Iraqê de û rewşa pêkhateyên li Iraq û Herêma Kuridstanê em ê di komxebatê de bi berfirehî binirxînin.”

Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de di sala 2022an de li bajarê Mêrsîn û Kastamonuyê du korbendên mezin yên bazirganî, aborî û enerjiyê hatibûn lidarxistin û bi dehan rêkeftin hatibûn îmzekirin ku hecma bazirganiya navbera Tirkiye û Kurdistanê de ji ser 20 milyor dolarî bê zêdekirin û di warê enerjiye de jî hevkarî bê xurtkirin.