Êrîşkerê Parîsê ji girtîgehê bo navenda çareseriya derûnî hat veguhastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Giştî ya Parîsê derbarê êrîşkarê Navenda Çandê ya Ehmed Kaya ya Parîsê de biryar da ku ji girtîgehê bo navenda çareseriya derûnî bê veguhastin.

Dozgerê Giştî yê Parîsê diyar kir ku doktorê li rewşa tendirustî yî êrîşkar nihêriye got: “Tenduristiya êrîşkar nebaş e û nabe were girtin. Ji ber vê yekê jî rêkarên girtinê hatin rawestandin û êrîşkar bo beşa çareseriya derûnî hatiye veguhastin.”

Serdozgerê Giştî yê Parîsê ragihand amaje bi wê da, her dema ku rewşa tenduristî ya êrîşkar baş bibe, dê rêkarên yasayî û dadgehkirina wî dest pê bikin.

Pêr 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de, Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin got ku êrîşkar bi eşkereyî biyaniyan kirine armanc.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa li ser Kurdên diyasporayê li Parîsê şermezar kir.