Derbarê êrîşkarê Parîsê de biryara girtinê hat dayîn

Dadgehê derbarê êrîşkarê Parîsê de ku li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek encam da û 3 welatiyên Kurd kuştin, biryara girtinê da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgehê derbarê êrîşkarê Parîsê de ku li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek encam da û 3 welatiyên Kurd kuştin, biryara girtinê da.

Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, tohmetbarê 69 salî, beriya niha wek şofêrê trênê dixebitî û hilgirê nasnameya Fransî ye, Dadgerê Lêkolînê yê Fransayê tohmeta kuştin, hewldana kuştinê û bidestxistina çekê bêdestûr arasteyî wî kir.

Roja 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî yê bi navê William M. li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxanekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin derbarê êrîşê de ragihand, bi awayekî zelal diyar e ku çekdar kesên biyanî kirine armanc.

Yek ji wan kesên ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e.

Êrîşkar hat desteserkirin û piştî destesekirina êrîşkar û belavbûna hinek zanyariyên derbarê bûyerê de, Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.