Racî Bîlîcî: Siyasetmedarên DBPê ji ber çalakî û xebatên partiya xwe tên girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Civata HDPê û mafnas Racî Bîlîcî diyar dike, ji bo biryar girtina Hevserokê DBPê Keskîn Bayindirî were hilweşandin, ew ê serî li serdozgeriyê bidin.

Yek ji kesên ku çavêdêriya dadeghkirina Hevserokê DBPê Keskîn Bayindirî dikir, Endamê Civata HDPê û mafnas Racî Bîlîcî bû. Piştî ku biryara zindanîkirina Hevserokê DBPyê hate dayîn, Racî Bîlîcî ji K24ê re ragihand ku, siyasetmedarên DBPyê ji ber çalakî û xebatên partiya xwe hatine zindanîkirin.

Got jî, ew dê li dijî vê biryara neyasayî derkevin û ji bo ku ew biryar were hilweşandin, ew dê serî li serdozgeriyê bidin.

Got jî: Binçavkirin û girtinên bi vî awayî, ji bo pêşeroja Tirkiyê gelekî miro xemgîn dike. Îro gelek siyasetmedar di girtîgehan de, lê ti encam jê derneketine, belkû rewş ber bi xirapbûnê ve diçe. Ji ber ve, divê ev kiryar werin rawestandin û her kes bîr û ramênên xwe bîne ziman.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên DBPê, hefteya borî di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Duhî 26ê Berfanbara 2022an, 15 siyasetmedarên desteserkirî, bo dadgehê hatin veguhastin. 13 kesên ku karê îfadeya wan li dadgehê bi dawî bûbû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun de biryara girtinê da.