Doza Denîz Poyraz: Cezayê zindanîkirina heta hetayê bo kujer hat dayîn

Dadgehê derbarê êrîşkarê ser avahiya HDPê ya Îzmîrê û kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer de biryara cezayê zindanîkirina giran a heta hetayê û 9 sal da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di rûniştina doza Denîz Poyraz de ku îro li Kampusa Girtîgeha Şakran birêve çû, dadgehê derbarê êrîşkarê ser avahiya HDPê ya Îzmîrê û kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer de biryara cezayê zindanîkirina giran a heta hetayê û 9 sal da.

7emîn rûniştina doza kuştina Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 27ê Berfanbara 2022yan li Kampusa Girtîgeha Şakran birêve çû.

Dadgehê, ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya bi plan" cezayê giran a heta hetayê, ji ber sûcê "xisardayîna mal" 4 sal, ji ber "binpêkirina mafê rûniştinê" 2 sal û ji "binpêkirina qanûna bikaranîna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê da kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer.

Kujer Onur Gencer bi giştî cezayê zindanîkirina heta hetayê ya giran û ji ber sûcên din 9 sal cezayê girtîgehê wergirt.

Beriya rûniştinê, li ser banga HDPê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li ber dadgehê hatin ba hev û li wê derê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Malbata Denîz Poyraz, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar û parlamenter Murat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Pero Dundar û parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu beşdarî daxuyaniyê bûn.