Li Giwêrê agir bi parzûngeheke petrolê ket
Hewlêr (K24) – Di rêya navbera Hewlêr – Giwêrê de agir bi parzûngeheke petrolê ket û tîmên Berevaniya Şaristanî kontrolkirina şewatê ragihand.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî yê Hewlêrê ji K24ê re ragihand, tîmên Berevaniya Şaristanî gihîştine cihê bûyerê û heft wesayîtên agirkuj, bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.
Peyamnêrê K24ê ragihand, kesek di bûyerê de birîndar bûye û ziyaneke mezin a maddî derketiye holê, tîmên Berevaniya Şaristanî hewla temirandina agirê didin.
Peyamnêrê me li cihê bûyerê eşkere kir, ji ber hebûna çendîn depoyên sotemeniyê û parzûngehên din li cihê şewatê, metirsiya zêdebûna şewatê heye.
Derbarê cihê bûyerê de ragihand, ew parzûngeh dikeve nêzîkî gundê Tercane yê li ser rêya navbera Hewlêr û Giwêrê.
Li gor zanyariyan, kesek di bûyerê de birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û herwiha ziyaneke mezin a maddî derketiye holê.