Ji ber belavbûna influenzayê dibistanên Rojavayê Kurdistanê hatin girtin

Dibistan
Dibistan

Navenda Nûçeyan (K24) – Influenza li navçeyên desthelata Rêveberiya Xweser belav bûye û metirsî ji zêdebûna pêketiyên ve nexweşiyê peyda bûye. Li Reqayê 4 zarokan canê xwe ji dest dane û dibistanên herêmên Cizîr û Kobaniyê jî piştî belavbûna influenzayê, hatin girtin û dest bi kampîneke paqijkirinê tê kirin.

Di dema ku Rojavayê Kurdistanê û navçeyên desthelata Rêveberiya Xweser zehmetiyê di kerta tenduristî û peydakirina dermanan de dibînin, influenzake nû di nav zarokan de belav bûye û bûye sedema mirina hejmarek ji wan.

Li nexweşxaneyên bajarê Reqayê ku hejmara mezin ji pêketyan lê hatiye tomarkirin û berî çend rojan 4 zarokan ji ber influenzayê canê xwe jidest dan. 

Komîteya Tenduristiyê ya Encûmena Sivîl a Reqayê eşkere kir, ji bo naskirina cureya vê vîrûsa ku belav bûye, nimûneyek jê ji bo taqîgehên Hewlêrê hatiye şandin.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê jî rewş ne cuda ye, influenza belav bûye û hejmarek mezin ji zarokan pê ketine. Ji bo rûbrûbûna vê nexweşiyê jî, Desteya Perwerdehiyê ya Kobanê duhî Sêşemê dibistan li pêş xwendekaran heya dawiya salê girtin.

Li gorî daxuyaniya Desteya Perwerdê, berî vekirina dibistanan, dê hemû dibistan werin paqijkirin.

Berî Kobanê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê jî ji bo paqijkirin û dezenfektekirinaê biryar dabû, dibistan ji 27ê Berfanbarê û heta 1ê Çilê werin girtin.

Bi berdewamiya belavbûna influenzayê û kêmbûna derman û alavên pêwîst, metirsî li ser jiyana zarokan li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe.