DAIŞê êrîşî asayîşa bajarê Reqayê kir

Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan ragihand, şaneyên rêxistina DAIŞê li gûndewarê Reqayê êrşî endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn "Asayîş" ya bi ser Rêveberiya Xweser ve kirin.

Hewlêr (K24) - Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan ragihand, şaneyên rêxistina DAIŞê li gûndewarê Reqayê êrşî endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn "Asayîş" ya bi ser Rêveberiya Xweser ve kirin.

Îro 29ê Berfanbara 2022yan, Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan eşkere kir, şaneyên rêxistina DAIŞê li gûndewarê Reqayê êrşî endamên Asayîşê kir û di encama êrîşê de 2 endamên Asayîşê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Ev êrîş di demekê de ye ku roja 26ê Berfanbara 2022yan jî çekdarên şaneyên girêdayî DAIŞê êrîşî baregeheke HSDê li nêzîkî zîndana Îstixbaratê ya li rojavayê Reqayê kiribûn û di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn hatibûn kuştin.

Hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kiribûn û jêderekî ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn diyar kiribû ku di êrîşê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku yek ji wan kembera teqîner li xwe kiribû.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2022an ve 199 operasyon ji aliyê grûp û şaneyên çekdar ên DAIŞê li deverên bin kontrola HSDê de hatine kirin.

Herwiha di wan êrîşan de 54 sivîl û 89 şervanên HSD û asayiş û hêzên din ên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine kuştin. Ev yek jî ji bilî êrîşa li ser zîndana Hesekê ya ku tê de ziyanên mezin derketin.