Pele koça dawî kir

Lîstikvanê futbolê yê Brezîlyayê Pele di 82 saliya xwe de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Lîstikvanê navdar ê futbolê yê Brezîlyayê Pele di 82 saliya xwe de koça dawî kir, ku Pele ev demek bû li nexweşxaneyê tedawiya penceşêrê werdigirt.

Futbolîstê navdar Edson Arantes do Nascimento yê ku wek Pele tê nasîn, bi penceşêrê ketibû û li nexweşxaneyê dihate tedawîkirin.

Edson Arantes do Nascimento ku bi navê Pele tê zanîn, di 23ê Cotmeha 1940an de ji dayik bibû.

Ji sala 1956an heta xanenişînbûna wî ya di sala 1977an de, bi 1279 golên xwe yên di 1363 lîstikan, navê wî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hat nivîsandin.

Pele yê bi Franz Beckenbauer, Alfredo Di Stefano û Karl-Heinz Rummenigge re yek ji futbolîstên herî mezin ên hemû deman tê hesibandin, ji aliyê FIFA jî wek "Yê Herî Baş" hate binavkirin. Di sala 2000an de, wî xelata FIFA Lîstikvanê Sedsalê ligel Diego Maradona wergirt.