Li Dêrezorê 10 karmendên kêlgeha petrolê hatin kuştin

Li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê 10 karmendên kêlgeheke petrolê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.
Kêlgeheke petrolê li rojhilatê Sûriyê
Kêlgeheke petrolê li rojhilatê Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê 10 karmendên kêlgeheke petrolê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Îro Înê 30yê Berfanbara 2022yan, ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand, êrîşeke terorîstî bi ser otobusa karmendên kêlgeheke petrolê ya li rojhilatê Sûriyê hat kirin û di encamê de 10 karmendên kêlgehê hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Ajansa SANA eşkere kiriye, sê otobusên ku karmendên kêlgehê bp Kêlgeha El Teym a li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê, rastî êrîşa terorîstî hatiye.