Mexrib rêkarên Koronayê li dijî geştyarên Çînê tund dike

Mexribê biryar daye, ji destpêka vê mehê ve rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê (Covid-19) li dijî geştyarên Çînê tund bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Mexribê biryar daye, ji destpêka vê mehê ve rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê (Covid-19) li dijî geştyarên Çînê tund bike.

Wezareta Derve ya Mexribê (Fas) di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber belavbûna pêleke nû ya vîrusa Koronayê li welatê Çînê, biryar dane ku ji 3yê vê mehê ve, heta demeke nediyar, rê nedin geştyarên ku ji Çînê têne welatê wan.

Herwiha eşkere kiriye, ev biryar ji bo xweparastinê ye û bi vîrusa Koronayê ve girêdayî ye, ku li welatê Çînê belav bûye, armanca wan ew e ku rêgirî li pêleke nû ya vîrusê bikin û welatê xwe ji wê biparêzin.

Piştî belavbûna pêleke nû ya vîrusa Koronayê li Çînê, welatên wek Fransa, Îtalya, Îspanya, Amerîka, Brîtanya, Koreya Başûr biryar dan, pişkinîna vîrusê bo geştyarên ku ji welatê Çînê têne, bikin.