Di sala 2022an de zêdetir ji 1050 kesî li seranserî Sûriyê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya salane de ragihand, di sala 2022an de 1057 sivîl li Sûriyê hatine kuştin ku 251 ji wan zarok û 94 jin in.

Rapor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina 1057 sivîlan li ser destên aliyên cuda ên şer de di sala 2022an de tomar kir, di nav wan de 251 zarok, 94 jin in û 133 kes jî di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Li gorî raporê:

- 196 sivîl, ji nava wan 30 zarok û 7 jin in, ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine kuştin.

- 17 sivîl, ji nava wan 8 zarok û 1 jin in, ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine kuştin.

- 9 sivîl ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

- 11 sivîl, di nav wan de 2 zarok û 2 jin in, li ser destê Heyet Tehrîr El-Şam hatine kuştin.

- 24 sivîl, di nav wan de 7 zarok û 5 jin in, li ser destê hemû çekdarên opozîsyonê/Artêşa Niştimanî hatine kuştin.

- 76 sivîl, ji nava wan 11 zarok 6 jin in, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatin kuştin.

- 724 sivîl ku ji nava wan 193 zarok û 73 jin in, li ser destê aliyên din hatine kuştin.

Her wiha Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku tedbîrên zêdetir bigire û tekezî li ser wê yekê kir ku dosyeya Sûriyê ji bo dadgeha tawanan a navdewletî were şandin û hemû kesên ku di tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê de cih digirin, bêne cezakirin.

Raporê bang li hemû ajansên Netewên Yekgirtî yên peywendîdar kir ku hewlên zêdetir di warê şandina alîkariyên mirovî yên xwarin û bijîşkî de bo navçeyên ku şer li wan rawestiya ye û kampên koçberên navxweyî, bidin.

Her wiha pêşniyar li civaka navdewletî kir ku kar ji bo amadekirina nexşeyan bike ku cihên mayin û bombeyên li hemû parêzgehên Sûriyê hatine çandin, aşkere bibin, ta ku pêvajoya rakirina wan hêsantir bibe û xelk ji cihê wan agahdar bibe.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan bang li hemû aliyên şer kir jî, nexşeyên cihên ku mayin û bombe lê çandine pêşkêş bikin, bi taybetî cihên sivîlan.