Li Îranê biryara darvekirina 3 kesan hat betalkirin

Li Îranê Dadgeha Bilind biryara darvekirina sê kesên ku bi kuştina karmendekî ewlehiyê têne tohmetbarkirin, betal kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îranê Dadgeha Bilind biryara darvekirina sê kesên ku bi kuştina karmendekî ewlehiyê têne tohmetbarkirin, betal kir.

Piştî ku derbarê bijîşk Hamîd Karahasanlû, Husên Mihemedî û Reza Arya de ji ber bûyera kuştina karmendekî ewlehiyê di dema xwepêşandanên Îranê de, biryara darvekirinê hatibû dayîn, Dadgeha Bilind ev biryar betal kir.

Rêveberê Pêwendiyên Giştî yên Dadgeha Bilind a Îranê Emîr Haşimî li ser hesabê xwe yê Twitterê, encama daxwaza ku li ser dosyeyê pêşkêşî Dadgeha Bilind hatibû kirin, belav kir, ku tê de 16 tohmetbar ji ber kuştina karmendekî ewlehiyê ya li bajarê Kerecê hatibûn darizandin.

Emîr Haşimî eşkere kir, biryara darvekirina bijîşk Hamîd Karahasanlû, Husên Mihemedî û Reza Arya ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hatibû derkirin, ji ber "kêmasiyên di lêkolînan de" ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin.

Piştî ku keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li pey xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketin.