Tê xwastin girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexaneya bîrdanka mirovahiyê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku dê Girtîgeha tîpa E ya  Diyarbekirê bibe Muzexane û di 12’ê meha Cotmehê de hatibû vala kirin û girtin. Berketiyên wan êşkence û muameleyên li Girtîgeha 5 Nolû ya Diyarbekirê, ‘Însiyatîfa Muzexaneya Bîrdankê ya 5 nolû’ ragihandin û daxwaz kirin ku girtîgeh bi şêwira wan, li gor rastî û wahşetên ku lê hatine kirin bila bibe muzexane.

Vê girseya ku êdî por û rûyê wan sipî bûye û li ber Girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekirê  bi navê xwe yê din Gîrtîgeha 5 nolû ya Diyarbekirê civîya ne, beşek ji bi hezaran kesên ku li vê girtîgehê bi êşkence û muameleyên tawanên dijî mirovî re rûqal mane; yan jî hevrê û xizmên wan, ji ber wan êşkence û muameleyan hatine kuştin û seqet mane ne.

Kutbedîn Yildizê ku 8 sal li girtîgeha 5 Nolû maye, ji 42 sal zêdetir e vê nasnameya ku dema li vê girtîgehê maye veşartiye û balê dikşîne ku çiqas bê vegotin jî, xirabiyên ku li vê girtîgehê hatine kirin, nikare bên ravekirin.

Berketiyê Girtîgeha Tipa E yan Jî 5 Nolû ya Diyarbekirê Kutbettîn Yildiz ji K24ê re got: “Ji wê çaxê ve bi min re ye û ez wê serdemê jibîr nakim. Çimkî tiştên ku min li vir dîtîne, hema ji derveyî mirovahiyê çi hebe, li vê derê b me hatiye kirin. Yanî bi gotinê nayê ravekirin, min çend pirtûkên ku hevalên mane û nivîsîne xwend, hemû vegotinên wan jî kêm dimînin. Ew tiştên ku me dîtine ku çewa mirov li vir bi êşkenceyan hatine kuştin, seqet mane û şêwazên çewa yên êşkencê hatine kirin, çiqas bê gotin, ji bo vegotinê kêm e.”

Parlamenterê berê Altan ku bavê wî bi êşkenceyê hatiye kuştin jî, hest û boçûnên xwe bi Kurdistan24 re parve kir û got: “Di 41 salên borî de, vî gel, malbat û  zarok û nevîyên wan kesên mezlûm, yek rojekî ew kirinên li vê derê jibîr nekirine. Ji ber vê yekê em dixwazin ev zindan, ev êşkencexane bibe Muzeya Mafên Mirovan. Da ku herkes beriya 40-42 salan çi li vir derbas buye bizane.”

Her kesekî ku li vê girtîgehê mabe, radigihîne ku yên piştî wan êşkence û muameleyan li jiyanê mabin jî, her roj bi seqetî û travmayan jiyana xwe berdewam kirine.

Siyasetmedar, nivîskar û berketiyê êşkenceyên zindana Diyarbekirê Cano Amedî diyar dike: “Êşkence û şêweyên êşkenceyê çi bê aqilê we, yanî li hemû cîhanê çi êşkence hebin û zêdetirên wan li vê girtîgehê hatine kirin. Însan bi êşkenceyan hatin kuştin, seqet man û travmayên mezin di jiyana xwe de kişandin. Malbat belav bûn, gelek malbat hêj jî travmayên wê serdemê dikşînin. Yanî îro jî dema wan deman bibîr tînin, ew deng û awazên me dîsa deng vedidin.”