Artêşa Amerîkayê: Li Sûriyê du mûşek arasteyî hêzên Hevpeymanan hatin kirin

Li rojhilatê Sûriyê, bi rêya du mûşekan, êrîşî bargeheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin, ji ber êrîşê ziyanên giyanî û maddî derneketine holê.

Hewlêr (K24) – Li rojhilatê Sûriyê, bi rêya du mûşekan, êrîşî bargeheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin, ji ber êrîşê ziyanên giyanî û maddî derneketine holê.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, du mûşek arasteyî baregeheke serbazî ya Hevpeyaman li rojhilatê Sûriyê hat kirin. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî, milîsên nêzîkî Îranê tohmetbar kir.

Ev êrîş piştî wê yekê tê, ku hefteyek e milîsên nêzîkî Îranê, merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî birêve dibin, ku di 3yê Çileya 2020an de ji aliyê Amerîkayê ve li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê, ligel Ebû Mehdî Muhendis û 11 kesên din hatin kuştin.

CENTCOMê di daxuyaniyê de eşkere kiriye, îro danê sibê 4ê Çileya 2023an, bi rêya du mûşekan hêzên Hevpeymanan li nêzîkî Kêlgeha Konîko ya gazê ya li rojhilatê Sûriyê hatine armanckirin û ti ziyanên giyanî û maddî derneketine holê.

Kêlgeha gazê ya Konîko di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û di dema dîtina cihê êrîşê de, mûşkeke din a amadekirî jî hatiye dîtin.

Artêşa Amerîka di daxuyaniya xwe de ti aliyek tohmetbar nekiriye, lê Berdevkê Fermandariya Artêşa Amerîkayê li ser vê mijarê ragihandiye, êrîşên bi vî rengî metirsî li ser artêşa Hevpeymanan û nişteciyên navçeyê dirust dikin.

Li aliyê din, Rêvebrê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman, milîsên nêzîkî Îranê tohmetbar kir û ragihand ku ew li pişta van êrîşan in.