Alî Babacan: Divê em ji çareserkirina pirsgirêkan netirsin

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Diyarbekirê got; ew girîngiyê bi çareserkirina meseleya Kurd didin û dê bi guhertina xalên destûrê yên wekî 66 û 42an û xalên din ên krtîtîk bixwazin ku pirsa Kurd û pirsgirêkên pêkhateyên olî çareser bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Diyarbekirê got; ew girîngiyê bi çareserkirina meseleya Kurd didin û dê bi guhertina xalên destûrê yên wekî 66 û 42an û xalên din ên krtîtîk bixwazin ku pirsa Kurd û pirsgirêkên pêkhateyên olî çareser bikin. Babacan, li Diyarbekirê di kongreyeke rojnamegerî de bersiva pirsên peyamnêrê Kurdistan24ê da û got; divê em ji çareserkirina pirsgirêkan netirsin.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Enqereyê di civîna ragihandina “plana çalakiya mafên bingehîn” de behsa guherina hin xalên destûra bingehîn kiribû. Yek ji wan xalan jî xala 66an e ku li gorî vê xalê hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê, Tirk in. Li gorî xala 42an ya destûra bingehîn ya Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî nabe bi zimaneke din perwerdehî bê dayîn.

Alî Babacan, di serdana xwe ya li Diyarbekirê de ev xal rexne kirin û got; divê dewlet ti ferq û cudahiyê nexe nav welatiyan de û ew dê bi destûreke nû van xalan ji nû ve binivîsin. 

Alî Babacan diyar kir: “Em girîngiyê bi meseleya Kurd didin û dixwazin vê meseleyê bi dadwerî, daraz û azadiyan çareser bikin. Em dê bêtirs li ser çareserkirina meseleyan rawestin. Çi xala 66an çi ya 42an çi jî xalên din ên krîtîk em ê li gorî serdema nû ya Tirkiyê, di destûra nû de van xalan jinûve binivîsin. Hemû welatiyên Tirkiyeyê wekhev in. Em dibêjin; divê mirov bijîn da ku dewlet jî bijî. Pirsgirêkên welatiyên me yên elewî û pêkhateyên ayînî jî hene, divê em van pirsgirêkan çareser bikin.”

Babacan, li gundê Xincika yê ser Bismil a Diyarbekirê ve beşdarî taziyeya malbata Merdanoglu bû û piştî taziyeyê di bersiva pirsên rojnamegeran da got; divê ew pirsgirêkên hemû welatiyên xwe çareser bikin. Kurdên ku di nava partiya DEVAyê de siyasetê dikin piştgiriya Babacan dikin û dibêjin; divê qedexeyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî bêne rakirin.

Alîkarê Serokê DEVA yê Bismilê Mahmut Aydin ji K24ê re ragihand: “Em 30-40 milyon Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, em nikarin li cihên fermî zimanê xwe biaxivin. Em kêmasiya dewletê ye û ji me re jî kêmasi ye. Me jî ji Alî Babacan pirsa ziman pirsî wî jî got; şerm e mirov vî zimanî qedexe bike.”

Li hemberî rexneyan Babacan dibêje; xala 66an ya Destûra Bingehîn, rojeva komisyona parlementoyê ya ku di sala 2012an de hatibû damezrandin jî bû, lê wê demê partiyan li hev nekirin. Li gorî Babacan, AK Partiyê jî dixwest ku vê xalê biguherîne.

Babacan derbarê namzediya serokomariyê de jî got; heger maseya şeş alî bo namzediya serokomariyê li ser navê wî lihev bikin ew amade ye bibe namzedê serokomariyê.