Pêwendiyên Enqere û YEyê di dema serokatiya Swêdê de dê çawa bin?

Welatê Swêd ku hewl dide bibe endamê NATOyê, lê bi rêgiriya Tikiyê re rûbirû ye, ji bo 6 mehan dê Serokatiya Yekîtiya Ewropayê bike.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Welatê Swêd ku hewl dide bibe endamê NATOyê, lê bi rêgiriya Tikiyê re rûbirû ye, ji bo 6 mehan dê Serokatiya Yekîtiya Ewropayê bike. Serokatiya Swêdê dê bandoreke çawa di pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de bike, tê nîqaşkirin. Pisporên pêwendiyên navdewletî di vê mijarê de xwedî nêrînên cuda ne û dibêjin encamên hilbijartinan dê pêwendiyan de diyarker bin.

Di heyama ku operasyonên Rûsyayê li ser Ukraynayê didomin û gefa Rûsyayê li ser Swêd û Fînlandê de didomin, Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ji bo 6 mehan a sala 2023an dê Swêd bike, bi taybetî di serokatiya Swêdê ya Yekîtiya Ewropayê de yek ji mijarên tê meraqkirin ev e ku li pêşiya Tirkiyê ku ev bi mehan e destûrê nade Swêd bibe endamê NATOyê û pêwendiyên xwe li ger Rûsyaya bo Swêdê wek gef tê dîtin dodomîne, çi heye.

Li gorî hin pisporan Tirkiye polîtikaya xwe ya dijî Swêdê û nêzîkatiya xwe ya li gel Rûsyayê bi çend sedeman naguherîne. Ji ber vê çendê ev 6 meh ji bo Tirkiyê krîtîk in.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof.Dr. Abdulkadîr Çevîk ji K24ê re diyar kir: “Bi gotinan hêsan e ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Lê belê Yekitiya Ewropayê çand û baweriyeke cuda ye û di rabûrdûya Tirkiye û Ewropayê de arîşeyên mezin hene. Herwiha Tirkiye pêwendiyên xwe gel Rûsyayê bidomîne. Ji ber vê çendê di serokatiya Swêdê de Yekîtiya Ewropayê jî dê dijî Tirkiyê tund be û dibe ku hebûna Tirkiye ya di nava NATOyê de jî bê nîqaşkirin.”

Bi nêrîna pisporên pêwendiyên navdewletî jî di heyama serokatiya Swêdê de dibe ku di warê pêwendiyên de gavên erênî bên avêtin. Lê dê çavê Ewropa jî encamên hilbijartinên Tirkiyê be.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Huseyîn Bagci ji K24ê re diyar kir: “Di serokatiya Swêdê de dibe ku pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê jî berev bi başbûnê ve biçin. Bi şertê qebûlkirina endamtiya Swêd bo NATO dibe ku di serokatiya Swêdê de çend mijarên li gel Tirkiyê jî bên çareserkirin. Lê belê ji ber ku li Tirkiyê hilbijartinek girîng heye Yekîtiya Ewropayê jî dê li gorî encamên hilbijartinê gavên xwe biavêje.”

Herwiha ji ber pêwendiyê Tirkiyê yên li gel Rûsyayê Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê hişyarî dan Tirkiyê ku polîtikaya xwe ya li gel Rûsyayê biguherîne û gemaroyên li ser Rûsyayê hatine pesendkirin binpê neke. Ji ber van geşedanan pispor jî amaje dikin ku Yekîtiya Ewropayê dê hemû plansaziyên xwe li gorî piştî hilbijartinên li Tirkiyê û hikûmeta nû ya Tirkiyê ava bike.