Li Tirkiyê tevî daketina enflasyonê bihabûn didome

Li Tirkiyeyê rêjeya enflasyona meha dawî ya sala 2022an ji aliyê Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê ve mehane wek %1,18 salane jî wek %64,27 hat eşkerekirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê rêjeya enflasyona meha dawî ya sala 2022an ji aliyê Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê ve mehane wek %1,18 salane jî wek %64,27 hat eşkerekirin. Amarên fermî daketina enflasyonê nîşan bide jî, li bazaran bihabûn û gilî gazinda xelkê vî welatî berdewam dike.

Amarên enflasyonê yên fermî li Tirkiyeyê di meha Berfanbara 2022an de weke salane %64,27 hatin eşkerekirin ku li gor beriya mehekê %20 daketiye.

Rêjeya enflasyonê ya mehane ya Berfanbarê jî weke %1,18 hat ragihandin ku ev rêjeya herî kêm a 16 mehên dawîn e.

Amarên fermî daketina enflasyonê nîşan bide jî, li bazaran bihabûn û beramberî vê gilî û gazinda xelkê jî berdewam e.

Bazarvanekî ji K24ê re diyar kir: “Tiştên em niha li bazarê difiroşin berê me pir difirot kar baş bû lê niha firotinên me gelek daket, karê me weke berê ne baş e. Bihayên berheman du, sê qat zêde bûye ji ber bihabûnê em jî ketine tengasiyê.

Ji ber bihabûnan hêza kirîna welatiyan jî dadikeve.

Welatiyek dibêje: “Berê rewşeke xweş hebû. Me bi dilê xwe gelek tişt dikiriya û me şerm dikir ku em nîv kîlo tiştekî li bazarê bikirin. Lê niha ji ber bihabûnan em her tiştî yek û yek dikirin. Enflasyon madem daketibe ev bihabûna li bazaran çi ye?”

Enflasyona di grûba xwarin û vexwarinan wek %77,87 hat destnîşankirin. Enflasyona herî zêde li ser xaniyan bû ku ev jî %79,83an e.

Li gor amarên grûba lêkolîna enflasyonê ku komek ji akademîsyan û lêkolîneran pêk tê rêjeya enflasyonê li vî welatî %137,55 e ku ji ya fermî du qat zêdetir e.