Beşeke Mûsilê hê jî wêran e

Ji ber wêraniya beşa aliyê rast a bajarê Mûsilê ku heta niha nehatiye avakirin, nişteciyên wê navçeyê di rewşeke xirab a mirovî de dijîn.
kurdistan24.net

Mûsil (K24) – Ji ber wêraniya beşa aliyê rast a bajarê Mûsilê ku heta niha nehatiye avakirin, nişteciyên wê navçeyê di rewşeke xirab a mirovî de dijîn û ji Kurdistan24ê re behsa zehmetiyên jiyana xwe dikin.

Wêraniya xaniyan li taxên wê beşa bajarê Mûsilê, bûye cihê segên bêxwedî û metirsiyeke mezin li ser jiyana nişteciyên wê navçeyê dirust kiriye, bi taybetî li ser zarokan ku nikarin bêyî agahdarkirina malbatên xwe, nikarin derkevin derve.

Nişteciyê bajarê Mûsilê yê bi navê Faris Ehmed ji Kurdistan24ê re behsa tirsa zarokên xwe dike û dibêje: “Ez hatime pey zarokên xwe, ew nikarin bi tena ser xwe biçin û bên, ji tirsa segan, divê em wan bibin dibistana wan û vegerînin, bi taybetî danê sibê ev der qet aram nîne.”

Welatiyekî din ê bi navê Salim Ebdullah jî behsa zehmetiyên jiyana xwe dike û dibêje: “Ma kî dixwaze li vir bijî, em nizanin daxwazên xwe ji kê bikin, em biçin cem kê, em li vir birçî û westiyayî û mirî ne, elektrîka me tune ye û eger hebe jî gelek kêm e.”

Ji ber şerê DAIŞê, gelek taxên Mûsilê rûbirûyî wêrankariyên mezin bûne û heta niha piraniya wan navçeyan nehatine avakirin, vê jî jiyana xelkê navçeyê zehmettir kiriye û bûye qadeke metirsîdar ji bo jiyana wan.

Li gor dîmenên ku Kurdistan24ê tomar kirine, ne tenê bi şev, bi roj jî segên bêxwedî metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê Mûsilê dirust kiriye, herwiha valabûna taxan jî, dîmenên navçeyên wêran ên Mûsilê bi metirsîdartir derdixe ku li ber vegera xelkê resen, astengiyê derdixe.