Barij Celalî: Hemû saziyên Kurdan piştgiriyeke mezin didin helmeta dersa zimanê Kurdî

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Barij Celalî derbarê destpêkirina helmeta hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê de axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Barij Celalî derbarê destpêkirina helmeta hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê de diyar kir, “Me dît ku haya miletê Kurd ji mafê xwe yê hilbijartina zimanê Kurdî tune ye.”

Barij Celalî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser helmeta Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) a ji bo hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê axivî.

Celalî diyar kir: “Mafên zarokên Kurdan heye îro pêde li dibistanan di pola xwe de bi zaravayên Kurmancî û Zazakî perwerdeya zimanê dayîkê bibînin. Ev maf zûde hatibû dayîn, lê me dît ku haya miletê Kurd jê tune ye, me jî helmetek dabû destpêkirin, helmeta hişyarkirinê.”

Herwiha eşkere kir: “Piştî ku me ew helmet dabû destpêkirin, we dît bi taybetî bi saya medyaya Kurdî û hemû saziyên Kurdan, piştgirî dan wê kampanyayê û kampanya bi awayekî berfireh bû milkê hemû miletê Kurd û piştre partiyên siyasî jî piştgirî dan û beşdar bûn.”

Berdevkê HezKurdê destnîşan kir: “Di wê salê de destkeftên gelek baş çêbûn, ji ber ku me dît derdora 25 hezar xwendekarên Kurd ew ders hilbijartin, lê me piştre dît kêmasiyek heye ku Wezareta Perwerde ya Tirkiyê mamosteyan erkdar nake ku bersivê bide wan 25 hezaran, me piştî wê kampanyayek jî da destpêkirin ji bo erkdarkirina herî kêm 200 mamoste, da ku bibe bersiv ji bo wan 25 hezar xwendekarên Kurd.”

Li ser kêmasiya helmeta sala derbasbûyî, Barij Celalî eşkere kir: “Kêmasiya ku me dît çi bû? Me kampanya di dema destpêka dersên bijarte de dabû destpêkirin, me dît ku em dereng man, ji ber vê yekê jî îsal me biryar da, 10 roj pêşde li qadê dîsa ji bo hişyarkirina miletê Kurd, bi taybetî malbatên ku zarokên wan di dibistana navîn de ne, di polên 5-6-7an de dixwînin, agahdar bikin.”