Pispor: Sê partiyên Maseya Şeşalî bi hestyarî nêzîkî Kurdan dibin

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de di bin nîqaşên guherîna dîroka hilbijartinan de 6 partiyên muxalefeta vî welatî ya maseya şeşalî ava kirine piştî 10mîn civîna xwe biryar da ku namzedê serokomariyê bê diyarkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de di bin nîqaşên guherîna dîroka hilbijartinan de 6 partiyên muxalefeta vî welatî ya maseya şeşalî ava kirine piştî 10mîn civîna xwe biryar da ku namzedê serokomariyê bê diyarkirin. Endamên Maseya Şeşalî dibêjin namzedekî demokrat û hemû aliyan temsîl dike tê diyarkirin. Şirovekar jî dibêjin, sê partiyên di nava maseya şeşalî de dê bi hessasiyet nêzî Kurdan bibin.

Maseya şeşalî ya partiyên opozîsyona Tirkiyê 10emîn car bi pêşengiya partiya Pêşerojê kombû. Di civîna maseya şeşalî de ku nêzî 10 saet berdewam kir, qet behsa HDPê nehate kirin û biryar hate dayîn ku ji bo diyarkirina namzediya serokkomariyê xebatê bên kirin

Di mijara guherîna destûrê bo serpoşiyê de jî her 6 partiyan biryar dane ku bi yek dengî hereket bikin û ji bo guherîna dîroka hilbijartinan jî 6 partiyan ragihand ku ew piştî 6 Nîsanê tu dîrokan qebûl nekin. 

Herwiha derbarê daxuyaniya Hevserokê berê yê HDPê Seahattîn Demîrtaş de ku gotibû bêyî HDPê namzedê maseya şeşalî serkeftî nabe, rayedarên maseya şeşalî diyar kirin ku namzedê wan di 26ê Çileyê de eşkere dibe û dê li gor dilê her kesî be.

Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê Selçuk Ozdag ji K24ê re diyar kir: “Ew namzedê ku em ê bo serokomariyê nîşan bidin, dengderên HDP, AKP, MHP û hemû partiyên Tiriyê dê piştevaniya wî bikin. Kurd, Laz, Çerkez, Oldar, bêbawer, Elewî û Sunî dê hemû piştevaniya namzedê maseya şeşalî yê serokomariyê bikin. Bila dilê her kesî rehet be, em ê li Partiya ÎYÎ namzedekî demokrat nîşan bidin.”

Li gel vê yekê şirovekarên ku civînên van şeş partiyan dişopînin jî diyar dikin sê partiyan zêdetir behsa giringiya dengdrrên Kurd kirine û ev sê partî dê gavên girîng li Bakur biavêjin.

Şîrovekarê Siyasî û Serokê Kompaniya Rapirsiyê ya MAKê Mehmet Alî Kulat ji K24ê re diyar kir: “Maseya şeşalî dema ku namzedê serokomariyê diyar dike bêguman dê daxwazên HDPê û dengderên Kurd jî bide ber çavê xwe. Ji ber ku qedera vê hilbijartinê di destê HDP û dengderên Kurd de ye. Di maseya şeşalî de taybetî CHP, partiyên DEVA û Pêşerojê giringiyê didin dengderên Kurd û ev sê partî dê bi hesasiyet nêzîkî dengderên Kurd bibin.”

Maseya şeşalî ya ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, partiyên DEVA, Pêşeroj, Saadet û Demokrat pêk tê, dê 11emîn civîna xwe bi serokatiya Partiya ÎYÎ pêk bînin û di vê civînê de dê mijara namzedê serokomariyê bê nîqaşkirin. Li gel vê yekê her şeş partî bi daxuyaniyeke çapemeniyê di 30ê Çileyê de dê nexşerêya proseya derbasbûna pergala nû û Metna Polîtîkayên Hevbeş ya bo hilbijartinan pêşkêşî raya giştî bikin.