Li Mûşê îsal heta niha berf nebariye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsal di demsala Zivistanê de li Mûşê berf nebariye û ev jî wek rewşeke xerîb tê dîtin. Welatî balê dikşînin ku di salên borî de, di vê serdemê de bi metreyan berf bariyabû, lê îsal li çiyayên bilind jî berf nîn e.

Heta 6-7’ê Rêbendanê jî li Mûşê û çiyayên wê nebûyîna berfê wek rewşeke xerîb tê dîtin. Welatiyên li bajêran jî ji vê rewşê razî ne û balê dikşînin ku zivistan bi asanî û xweş derbas bibe, lê ji aliyê dinde cotkar û gundî jî metirsin ku çêre nebe û hişkesalî bi bendor bibe.

Welatî Habîb Gur: “Ji bo me xweş e, derfetê ku kes komir û êzing bistînin tune ye û loma baş e. Elektirîk û xaza siruştî jî zam hatiye ser wan, giran bûne û em nikarin pêxin. Lê navenda kaşokê jî, ji ber berf tuneye îsal venebûye, her sal vê serdemê de vebûbû û gelek çalakî lê dihatin kirin, festival dihatin lidar xistin. Yanî îsal em nikarin wan çalakiyan bikin.”

Li gundan jî rewş cuda nîn e, welatîyên i gundan jî, balê dikşînin ku hewa xweş xweşa herkesî diçe, lê ku metirsî nebin.

Welatîyê Gundê Kurd Meydan Zulkuf Yîgît dibêje: “Di çileyan de û mirov li ber tavê rûnê tiştekî xweş e, li gor par, pêrar û salên berê me hesavê xwe dikir ku em niha di bin berfê de bin. Yanî çilebûn, sar bû, serma bû. Lê ew tirs heye ku dibêjin biharê dê çêre tunebe û mesela welatiyan gelek genim ajotine, tov avêtine dibêjin ewê çênebin. Ji ber ku baran jî tune ye. Wextê ku berf û baran tunebe çêrê tune ye. Loma jî welatî bi fikarin.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor pêşbînîyên saziyên keş û hewayê yên li Tirkiyê, tê çaverêkirin ku di nav hefteyekî de, li Mûşê û gelek bajêrên bakûrê Kurdistanê şilî û berf dest pê bikin.