Kartên krediyê malik li welatiyan wêran kiriye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li gorî daneyên hatine parvekirin li Tirkiyê ji ber qeyrana aborî bikaranîna kartên bankayan ên krêdiyê gihîştiye 100 milyonî. Di amaran de hatiye destnîşankirin ku di sala 2022an de welatiyan 300 milyar lîre bo bankayan pere razandine ên deynan.

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê her roj derdekî din li derdê heyî yê welatiyan zêde dibe. Li gorî raporta Navenda Kartan ya Bankayan di sala 2022an de Li Tirkiyê hejmara bikarhênerên Karta Krediyê gihiştiye 96 milyon û heşsed hezar kesan. Di meha 12 ya sala 2022an de jî ji wan bikarhêneran 1 miyon û 300 hezar jê ji ber nekarîne deynê kartên xwe bidin heciz hatiye bi ser mal û milkê wan de.

Welatî Yalçin Çakir: “7 kartên min hene. Zêdetir ji bo dan û standinê bikartînim. Wek xwarin vexwarin, sotemenî, kareba û tiştên din. Mixabin gelek caran nikarim deynê hemûyan razênim.”

Welatiya jin Hatîce: “Zilamê min û zarok bikartînin kartê, ez bikarnayînim. Ji bilî xurekan gelek caran deynê xwe pê didin.”

Li gorî amarên fermî yên hatine ragihandin, di sala 2022an de welatiyan 300 milyar lîre deynê karatan daye bo bankayan. Herwiha dîsa ji 1.4 trilyon lîre deynê xaneyên li Tirkiyê dijîn, 990 milyar jê deynê krêdiyên avahî, wesayît û berxwiriyê, 370 milyar lîreyê wê jî bi tenê yên kartên krêdiyê ne.

Welatî Alî Demircan: “Wekî ku em ê hîç wî deynî nedin giraniyê didin kartên krêdiyê. Her tiştî pê dikin. Di dawiya mehê de jî vê carê ew kart li serê me dibine bela.”

Welatî Soner: “Ez karta krêdiyê ji bo market û eşyayên elktronîk bikartînim. Ez îcrakar im salê 50 hezar doz li şûbeya me doz vedibin li welatiyan ji ber deynê kareba û bacên din ku bi kartan hatine dayîn.”      

Di sala 2022an de hejmara bikarhênerên kartên krêdiyê 70 milyon di sala 2021an de jî ev jimare derketiye ser 76 milyon kesî. Niha yanî di sala 2023an de hejmara kartên li Tirkiyê tenê ên kartên krêdiyê gihîştiye 100 milyonan. Li gorî pisporan sedema zêdebûna bikarhênerên kartên krediyê ji ber krîza aborî ye ku welatî deyê xwe bi kartan yanî deynekî din asê dikin.