Li Stenbolê bijîşkan li dijî biryareke hikûmetê çalakî li dar xist

Desthilata Tirkiyê derbarê yaseya tendûristiyê de rêziknameyek ragihand. Li gorî yaseya nû wê hîç bijîşkekî li nava dewletê an jî nexweşxaneya taybet kar dike nikaribe li derve karekî taybet bike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Desthilata Tirkiyê derbarê yaseya tendûristiyê de rêziknameyek ragihand. Li gorî yaseya nû wê hîç bijîşkekî li nava dewletê an jî nexweşxaneya taybet kar dike nikaribe li derve karekî taybet bike û muayenexaneyekê veke. Li dijî vê rêziknameyê li Stenbolê bijîşkan çalakî lidarxist û ji desthilatê xwestin ev rêzikname bişûnde bê vegeradin. 

Li mezintrîn bajarê Tirkiyê Stenbolê, bijîşkên endamê Jûra Bijîşkên Tirkiyê, cilên xwe yên spî li xwe kirin û kaşkolên reş li sitûyê xwe girêdan û li Kadikoya Stenbolê li dijî yasaya ku mafê wan yê xebata serbest asteng dike çalakiyek li dar xistin.

Bijîşkên ku navê vê yaseyê wek "Yaseya Medîpolê" şîrove dikin di çalakiyê de ragihandin, ev yase mafê xebata serbest ya bijîşkan û mafê welatiyan ya bijartina bijîşkê xwe ji holê radike. Di daxuyaniyê de hate gotin bijîşk, wezîrekî tendirustiyê ku patron e naxwazin. Û bangê li hikûmetê dikin da ev yase bişûnde bê vegerandin.   

Pisporê Cerrahiya Estekîk û Plastîkê Opr. Dr. Omer Buşem ji K24ê re diyar kir: “Di dîrokê de li ti welatî astengiyeke wiha nehatiye dîtin li dijî bijîşkan ku hatiye karîgerkirin."

Cerraha Poz, Guh û Qirikê Dr. Încî Dagkiliç jî destnîşan kir: "Em dixwazin mafên me bişûnde li me vegerînin. Ev yase astengiyê li hember 6 hezar û 500 muayenexaneyên cur bi cûr û bijîşkên ku li van deran kar dikin hatiye danîn."

Serokê 2. yê Jûra Bijîşkên Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand, ew dizanin wezaret dixwaze çi bike, derdê hikûmet û wezaretê ew e ku bexçeyekî gulan çêbikin lê di navê de jî stirî tune bin. Wezaret naxwaze bijîşkên serbest û azad li vî welatî bigihên. Ev rêzikname ne zanistî, aqilane û ne jî li berjewendiya raya giştî ye. 

Pisporê Poz, Guh û Qirikê Dr. Bawer Şîmşek diyar kir: “Bi vê yaseyê mafê me yê azadiya karê me ji destê me hate derxistin. Em dixwazin ev yase bişûnde bê vegerandin. Û azadiya me hemû bijîşkan li me bişûnde vegerînin."

Pispora Cerrahiyê ya Plastîkê Dr. Gulay Boztosun jî ragihand: "Bi vê yaseyê wê civak nikarebe xwe bigihîne bijîşkan. Wê bijîşk bikevin bin polîtîkaya pereyên nexweşxaneyên taybet."

Herwiha bijîşkên beşdarî çalakiyê bûne hişyariyê didin û dibêjin, li nexweşxaneyan hîç bijîşkek nemaye, kes nikare randevuyan jî bigire. Piştî vê rêziknameyê wê bijîşkên heyî jî berê xwe bidin Ewrûpayê û dev ji dîtina bijîşkan berdin wê kes nikaribe xwe derman jî bike.