Rayedarê ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu: Em meseleya Kurd nas dikin

Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 2023an de partiyên opozîsyonê derbarê çareserkirina meseleya Kurdî de radigihînin ku ew dê meseleya Kurd jî di nav de hemû meseleyan bi rêbazên demokratîk çareser bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 2023an de partiyên opozîsyonê derbarê çareserkirina meseleya Kurdî de radigihînin ku ew dê meseleya Kurd jî di nav de hemû meseleyan bi rêbazên demokratîk çareser bikin û daxwaza dengên Kurdan dikin. Rayedarên ÎYÎ Partiyê dibêjin; ew meseleya Kurd nas dikin û dê di guftûgoyan de çareser bikin. Siyasetmedarên HDP’ê jî dibêjin; Kurd êdî tenê bi gotinan qaîl nabin û divê rasterast bi Kurdan re guftûgo werin kirin.

Di pêvajoya hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de hin partiyên maseya şeşalî bi aşkere behsa meseleya Kurd û rê û rêbazên çareserkirina vê meseleyê dikin. Partiya DEVA’yê yek ji van partiyan e. Lê ÎYÎ Partî bi aşkereyî behsa çareseriya meseleya Kurd nake lê dibêje; ew dê hemû meseleyan bi rê û rêzabên demokratîk çareser bikin. Siyasetmedarên Kurd ên di nava ÎYÎ Partî de dibêjin; ew meseleya Kurd nas dikin û divê ev mesele bi guftûgoyan bê çareserkirin.

Serokê Polîtîkayên Rojhilata Navîn yê ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu ji K24ê re diyar kir: “Em ji Kurdan jî ji Tirkan jî daxwaza dengan dikin. Ez Kurd im, bi Kurdan re ti pisgirêkên me nîn in. Divê her kes meseleya Kurd qebûl bike, meseleya Kurdan heye. Her kes bi nêrîneke cuda li meseleya Kurdî dinêre; hin alî dibêjin bi axaftinê, hin alî dibêjin di parlementoyê de em çareser bikin hin alî jî dixwazin ku bi pevçûnê çareser bikin. Em dibêjin; meseleya Kurd heye, Kurd hemwelatiyên vê dewletê ne û pirgirêkên wan jî hene û divê em rûnin û li ser biaxivin. Em ji bo vê meseleyê jî dengan naxwazin; deng û ev mesele ji hev cuda ne.”

Di daxuyaniyên hevpar yên maseya şeşalî de heta niha bi aşkereyî pênaseya meseleya Kurd nehatiye kirin. Tenê behsa pirsgirêkên giştî tê kirin û tê gotin ku ew rê nadin êdî Tirkiye vegerînin bûyerên salên 70, 80 û 90an.  Li gorî nirxandina siyasetmedarên HDP’ê partiyên ku bi aşkereyî behsa statû û mafên rewa yên Kurdan nekin nikarin welatekî demokratîk jî ava bikin.

Endamê Civata Partiyê ya HDPê Racî Bîlîcî ji K24ê re ragihand: “Ev maseya şeş alî dibêjin ew dê Tirkiye biguherînin, ji Tirkiyeyê re demokrasiyê, mafê mirovan, hiqûqê bînin û parlementoyê bihêz bikin. Lê belê dema wisa dibêjin ti caran behsa Kurdan nakin, behsa statûya Kurdan nakin, behsa mafên Kurdan nakin. Tenê dibêjin;  em dê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Ev ne pêkan e dema ku hûn Kurdan nas nekin, statûya wan nas nekin û Kurdan muxatab negirin  hûn nikarin behsa demokrasiyê jî bikin.”

Ji aliyê maseya şeşalî ve piştî civîna 5’ê Rêbendanê di daxuyaniya ku hate ragihandin de hat gotin ku; 100 saliya Komara Tirkiyeyê dê bibe sala destpêkeke nû ya ji bo pêkanîna aştiya civakî, maf û azadiyan, edalet, dewleta hiqûqê ya demokratîk, siyaseta paqij û civakeke lihevkirî. Li hemberî van gotinên maseya şeş alî Kurd jî daxwaza gavên berbiçav dikin.