Navçeyeke Dêrsimê hat karantînkirin

Li navçeya Xozatê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber haleteke nexweşiya harbûnê, karantîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Xozatê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber haleteke nexweşiya harbûnê, karantîn hat destpêkirin.

Li gor zanyariyan, li navçeya Xozatê yek ji ajalên welatiyekî miriye.

Li ser vê yekê tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Dêrsimê ji ajal nimûne wergirtine û şandine Enstîtuya Kontrola Veterînerê ya Elezîzê.

Piştî pişkinîna nimûneyê, derketiye holê, ajalê ku miriye, bi nexweşiya harbûnê ketiye.

Ji bo parastina silametiya welatiyan, navçe hatiye karantînkirin û heta 6 mehan têketin û derketina ajalan hatiye qedexekirin û li dijî nexweşiya harbûnê, xebatên vaksînkirinê hatine destpêkirin.