Encûmena Asayişa Navdewletî dema derbaskirina alîkariyan bo bakurê Sûriyê dirêj dike

Alîkariyên mirovî yên NY
Alîkariyên mirovî yên NY

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Navdewletî bi yekdengî karê mîkanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Hawa yê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dirêj kir. Di demekê ku rêxistinên alîkariyê û mafên mirovan hişyarî dabûn ku karesateke mirovî dê rû bide, eger dirêjkirin neyê cîbicîkirin.

Encûmena Asayişa Navdewletî bi yekdengî duhî Duşemê bi yekdengî mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê heta 10ê Tîrmeha 2023an dirêj kir.

Ev mekanîzm, rê dide alîkariyên mirovî tenê ji Tirkiyê û bi rêya deriyê Bab El-Hawa re derbasî ji herêmên di bin destê opozîsyonê de li parêzgeha Idlibê û derdora wê bibin, bêyî ku di herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê re derbas bibin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres duhî Duşemê di daxuyanyekê got: “Alîkariyên mirovî ji bo nêzîkî 4.1 mîlyon mirovên li bakurê rojavayê Sûriyê, xêzeke jiyanê ye, bi taybet ku pêwîstiyên mirovî ji destpêka şer di sala 2011an ve, gihîştiye asta herî bilind.”

Mekanîzma ku biryar bû îro Sêşemê bi dawî biba, ji bo heyama şeş mehan hat dirêjkirin, ev dem jî ji aliyê Mosko, hevalbenda Serokê Sûriyê Beşar Esed ve hatibû ferzkirin. Rûsiya dixwaze ku alîkarî tenê di deverên di bin kontrola rêjîmê re derbas bibin û ne ku di deriyê Bab El-Hawa re.

Lê rêxistinên sivîl dibêjin, bawerî bi rejîmê nayê ku alîkariyan bi awayekî dadwerane li deverên derveyî kontrola wê belav bike.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.