Şêwirmendekî Erdogan: Divê Tirkiye Helebê ji rejîmê bixwaze

Yasîn Aktay
Yasîn Aktay

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokê AK-Partiyê Yasîn Aktay radigihîne, “Divê Heleb bikeve bin kontrola Tirkiyê”

Yasîn Aktay ku Şêwirmendê Serokê AK-Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e di televîzyoneka taybet a nêzikê hikûmeta Tirkiyê de axivî û got: “Heleb pêştir di bin kontrola Arteşa Azad a Suriyê de bû. Lê rejîma Beşar Esed bi alîkariya Îran û Rûsyayê avêt ser wî bajarî komkûjiyên mezin kirin. Eger Tirkiye neketibûya dewrê, dê komkûjiyên mezintir bihata kirin.”

Li gor Yasîn Aktayî, “eger li Helebê rewş were başkirin û lihevkirina ligel rejîmê were kirin, divê Tirkiye Helebê ji rejîmê bixwaze, divê Heleb bikeve bin kontrola Tirkiyê.”

Aktay destnîşan kir jî, “Tiştê ku em dixwazin, ne perçekirina Sûriyê ye û ne jî xistina beşek ji axa Sûriyê ser bi Tirkiyê ve ye, beşek mezin ji navçeyên ku di bin kontrola me de ne, bi awayekî demkî ye.”

Aktay tekezî li ser wê yekê kir jî: “Eger niha rewşa Helebê were sererastkirin û Tirkiye û rêjîma Sûriyê li ser wê yekê lihev bikin, û Tirkiyê daxwaz bike ku Heleb ji bo demekê bikeve bin kontrola wê, helbet, wê demê herî kêm 1.5 heta 2 milyon Sûrî dikarin bi dilxwazî ne bi neçarî ji Tirkiyê vegerin welatî xwe.”

Ev daxuyaniyên Aktay hevdem ligel hewlên Tirkiyê yên asayîkirina pêwendiyên xwe bi hikûmeta Şamê re tên, di heman demê de jî xelkê Sûrî li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de li bakurê Sûriyê, piştî civîna sêalî ya di navbera wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê di 28ê meha borî de derketin xwepêşandanan û nerazîbûna xwe nîşan dan.