Nasir Yildiz ê çayfiroş ji zarokatiya xwe ve bi eşq li bilûrê dide

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Nasir Yilldiz ji zarokatiya xwe ve bilûrê bi xwe re dibe her cihekî ku diçe û bi berdewamî bilûra xwe dilûrîne. Nasir tîne ziman ku dapîrê wî jî ji lêdana bilûrê pir hez dikir û ew jî hezkirin derbasî wî bûye.

Nasir Yildiz niha li Mûşê çayxane birêve dibe, lê hezkirina wî ya bilûrê jî, hunera wî ya bilûrvanî bi pêş xistiye. Nasir Yildiz dibêje ku ew her bi ku ve biçe, bilûra xwe jî li gel xwe dibe û her carê ku daxwaz tê kirin yan jî derfetê bibîne, bi lêdana bilûrê sebra xwe tîne.

Nasir Yildiz: "Ev 15 sal in ez çayxaneyê birêve dibim. Demekê karê me baş bû, lê niha tama vî kara jî nemaye. Bihayê xazê, elektrîkê û avê zêde bûne, loma jî em niha ji vî kara ne memnûn in. Ez li vir, li ser daxwza muştrîyê xwe li bilûrê didim û em tev pê kêfxweş dibin. Yanî çewa ku kesekî tiryakî bi cixarêve girêdayî ye, ez jî wisa tiryakîyê bilûrê me.”

Nasir li ber Pira çemê Mûradê, hem hezkirina xwe ya ji bo bilûrê rave dike û hem jî bi dengê bilûra xwe naxme û xweşiyên hunera xwe ji bo  me jî pêşkêş dike.

Bilûrvan Nasir Yildiz dibêje: “Bilûrê ez ji dema zrokatiya xwe ve lêdidim. Bavê dayîka min jî li bilûrê xistiye, dayîka min behsa bavê xwe û lêdana wî ya bilûrê dikir û bi min re jî wisa eşqek çêbû. Cixare, kurmê cixarê çewa ku em dibêjin nayê berdan, ji min re jî kurmê bilûrê wisa ye, eşqa wê bi min re heye. Dema ku muşterî bixwazin ez li çayxanê lêdidin, em bi dengbêjan re diçin lêdidin, li cihekî ku em lihev rûnên lêdidin, yanî bi her hal pir kêfa min ji lêxistina bilûrê re tê."

Nasir Yildiz balê dikşîne ku çanda bilûrê berê li Mûşê zêdetir bûye, lê her ku diçe kêm dibe û tîne ziman ku nivşên nû, ji guhdarîkirinê hez dikin, lê kêm ji wan hewla fêrbûn û lêdana bilûrê didin.