Rapirsî: Dengderên Kurd piştgiriyê didin kîjan namzetê serokomariyê?

Li gor encamên rapirsiyekê, ji sedî 74 dengderên HDPê dixwazin, HDP bi namzetê xwe beşdarî hilbijartina serokomariyê bibe.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Li gor encamên rapirsiyekê, ji sedî 74 dengderên HDPê dixwazin ku HDP bi namzetê xwe beşdarî hilbijartina serokomariyê bibe. Herwiha di nava Kurdan de rêjeya dengên AK Partî kêm bûne û yên CHPê jî zêde bûne. Kurd ji hilbijartinên berê zêdetir dengê xwe didin HDPê.

Ji çep heta rast, desthilat û dijbere hemû alî yeknêrîn in ku helwest û dengên Kurdan dê serokomarê Tirkiyeyê diyar bike. Navenda Ramyarî Spectrum House, Mijdara 2022 bi rapirsiyek ku ligel 1934 kesan re, li bajarên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn û Riha yên Bakurê Kurdistanê û li Stenbol û Mêrsîn û Konya yên Tirkiyeyê lêkolînek kir.

Li gor rapirsiyê, dengên HDP’ê gihiştine %73  ku 5.6 zêde bûne. Dengên AK Partî daketina %9 ku nîvenîv kêm kirine. Dengên CHP’ê gihiştine 6.5 ku 2.7 zêde bûne. Herwiha bêbiryar 4.4 û kesên deng nadin 4.1 in.

Li ser piştevaniya dengderên HDPê bo kîjan namzetê serokomariyê ye, di rapirsiyê de derketiye holê ku %74 dengderên HDPê dixwazin HDP namzetê xwe derxe. %13 dengderên HDP dibêjin divê piştevaniya Tifaqa Miletê bikin û %1 dibêjin, bila deng bidin Erdogan.

Di rapirsiyê de piştevaniya Kurdan %74.3 dibêjin piştgiriyê didin namzetê HDPê, %10.5ê Kurdan piştgiriyê didin Recep Tayyip Erdogan û %3.8ê Kurdan jî dengên xwe didin Kemal Kiliçdaroglu eger bibe namzet.

Çend encamên balkêş û cuda yên rapirsiyê ev in ku, dengên partiya desthilatê AK Partî bi awayeke cidî kêm dibin, yên HDPê û CHPê zêde dibin û eger wiha be li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dê CHP piştî HDPê bibe partiya duyemîn.

Dengderên HDPê nêzîkatiya lawaz û nijadperest a maseya şeşalî qebûl nakin û daxwaza destnîşankirina namzetê xwe dikin wek ku HDPê jî ragihandiye.