Rojnamevanên Bakurê Kurdistanê daxwaza mafên xwe dikin

Li Diyarbekirê bi mebesta 10ê Rêbendanê Roja Rojnamevanên ku Kar Dikin, bi beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê û rojnamevanan merasîmek hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi mebesta 10ê Rêbendanê Roja Rojnamevanên ku Kar Dikin, bi beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê û rojnamevanan merasîmek hat lidarxistin. Di civînê de bal hat kişandin ku rojnamevan di bin metirsiyên mezin de û di şert û mercên zehmet de karekî girîng ê xizmeta civakî dikin û divê ji bo karkirina rojnamevanan şert û merc bên guncavkirin.

10’ê Rêbendanê ku li Tirkiyê wek Roja Rojnamevanên Kar Dikin tê pîroz kirin, li Diyarbekirê jî bi beşdariya rojnamevan û Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû merasîmek hat lidarxistin. Alî Îhsan Sû, bal kişand ku rojnamevan jî, xizmeta civakî ya ragihandin û agahdarkirinê dikin, loma jî divê şertên karkirina wan guncav bin.

Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat Mucahît Ceylan jî ragihand ku rojnamevan, nikarin ji mafên xwe yên 70 sal berê jî sûdê werbigirin û di bin metirsî û bê ewlekariyê de kar dikin.

Mucahît Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Li herêma me rojnamevanî, bi pir zimanî û pir rengî tê kirin, lê ji raboriyê ve, rojnamevan li herêma me, li gel astengî, pirsgirêk û pêkutiyan hewla karkirinê didin. Rojnamevan îro ji şertên ku di sala 1961an de hatibûn bidestxistin jî paşdetir de kar dikin. Rojnamevan di nav şer û aloziyan û bûyerên giran de kar dikin, lê li Tirkiyê destûreke ku rojnamevanan biparêze jî nîne. Loma  jî divê rojnamevan bi sazî û rêxistinên sivîl re têkoşîna ku rojnamevan bikarin, qedra keda xwe bistînin û bi destûran jî bidin garantîkirin bidin.”

Farûk Balikçi yê 62 salî jî 40 sal e ku li Diyarbekirê rojnamevanî dike ku şerê kendavê jî di nav de, gelek nûçeyên dîrokî yên li herêmê, bi agahdariya wî gihiştine raya giştî û civakê.

Rojnamevan Faruk Balikçi ji K24ê re diyar kir: “Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, mafên taybet, pişeyî û civakî yê rojnamevanan, di xema kesî de nîne. 72 sal berê gelek mafên girîng hatine bidest xistin, lê her diçe mafên me bi paşve diçin. Îro rojnamevan nikarin karê xwe bikin û tên astengkirin, desteserkirin û girtin. Min gelek nûçeyan bi rojnamevanên ku ji Ewrûpa hatibûn re şopand, di navbera hişmendiya me û wan de cudahiyeke mezin hebû. Ji me her tim karên baş dihatin xwestin, lê tu ewlehiya me xema kesî nebû. Lê ji bo yên Ewrûpî, ewlehiya canî, ji her tiştekî girîngtir dihat dîtin. Loma divê guharînên hişmendiyê çêbibe.”

Li gor raporên ragihandî, di sala 2022an de, 78 rojnamevan yan jî endamên çapameniyê hatine desteserkirin û 40 rojnamevan jî ji ber karên rojnamevanî hatine cezakirin.