Fîncanci: Em ê ji bo xizmeta tenduristiya zimanê zikmakî hewl bidin

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnen Korur Fîncanci ku bi tohmeta bangeşeya rêxistina terorê hatibû girtin, bi biryara dadgehê li Stenbolê hat berdan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnen Korur Fîncanci ku bi tohmeta bangeşeya rêxistina terorê hatibû girtin, bi biryara dadgehê li Stenbolê hat berdan. Fîncanci li ber zindana ku jê derket ragihand ew ê tim li dijî şer û bikaranîna hemû cureyên çekan bin. Li gel vê Fîncanci amaje kir ji bo xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî ew ê hewla xwe bidomînin.

Şebnem Korur Fîncanci ku bi tohmeta bangeşeya rêxistina terorê dihat tohmetbarkirin û hatibû girtin, nêzîkî piştî du meh û nîv, bi biryara dadgehê hat berdan.

Dadgehê derbarê Fîncanci de 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê zindanê û berdanê da wate darizandineke bêyî girtin.

Piştî biryarê Fîncanci ji girtîgeha jinan a Bakirkoya Stenbolê derket û hejmareke zêde hevkar û hezkiriyên wê ew pêşawazî kirin.

Fîncanci tohmetên li ser wê hatine kirin red kir û li pêş girtîgehê ragihand ew ê heta hetayê tim rastiyê biaxivin û ji bo xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî dê xebatê bikin.

Şebnem Korur Fîncanci got: “Nabe ku ez ji polîtîkaya weşana televîzyoneke werim sûcdarkirin. Em ê tenê ne li ser mirovan, çi gefên li ser hemû giyanewaran hebin bêjin. Em wek bijîşk girîngiyê didin tenduristiya mirovan, em ê li dijî şer bin û ji bo qedexekirina hemû cureyên çekan çi ji destê me bê em ê bikin. Li gel vê ji bo xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî û adilane em ê hewl bidin.”

Fîncanci li ser banga girtina Yekîtiya Bijîşkên Tirk ku ji hêla Serokê MHP ve hatibû kirin, got hêza wan ji bo vê têrî nake.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci got: “Gef li ser girtina saziya me dikin, lê ev ne hêsan e. Girtina Yekîtiya Bijîşkên Tirk tê wateya qûtkirina pêwendiya ligel cîhanê. Çimkî em nûnertiya hemû cîhanê dikin.”

Beriya destpêka dozê gelek nûnerên saziyên bijîşkî yên navdewletî û mafnas, parlamenterên ji partiyên opozîsyona Tirkiye bo piştgiriya Fîncanci li hev kom bûn.

Bijîşk Alî Îhsan Okten diyar kir: “Ev doza li Fîncanci hatibû vekirin dozeke neadilane ye. Fîncanci tenê fikra xwe eşkere kiribû û di ser fîkrekê re girtina zanyarek li dijî azadiya fîkr û raman e.”

Fîncanci li ser operasyona Tirkiye ya li dijî PKK li Başûrê Kurdistanê pêk anîbû ragihand li ser hin dîmenan egera nîşaneya bikaranîna çekên kîmyewî heye. Li ser van gotinan Fîncanci bi bangeşeya rêxistina terorî par 27ê Cotmehê hatibû girtin.