Ez hêvî dikim partiyên Kurdî bi yekrêzî derkevin pêşberî dengderên xwe

Selahattin Demirtaş

Enqere (K24) – Selahattin Demirtaş ragihand: “Piştî hilbijartinên 2019an, berdevkên partiya me çendîn car diyar kirin ku êdî ti kes tevî her tiştî dengê xwe nade opozîsyonê û piştgiriyê nadin ti kesekî ku Kurdan wek îrade qebûl nakin.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, ragihand; eniya opozîsyonê ku wek maseya şeşalî tê binavkirin, heta niha siyaseteke ku bala xwe bide ser HDPê û diyalogê pêk bîne, nemeşandiye.

Demirtaş bal kişand ser wê yekê ku HDPê "ji ber polîtîkayên tunehesibandinê" biryar daye ku bi namzetê xwe yê Serokomariyê beşdarî hilbijartinan bibe û diyar kir ku "HDPê deriyê xwe bi temamî negirtiye".

Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên Kurdistan24ê da.

Piştî daxuyaniya Pervîn Buldan ku got "HDP dê namzetê xwe diyar bike û bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinan bibe", HDP û Kurd bûn rojeva sereke ya siyaseta Tirkiyê. We jî bal kişand ser bêdengiya opozîsyonê ya li hember partiya we û we got, "Helwesteke ji vê helwestê asayîtir û meşrûtir tune ye". Ev pêngava HDPê, gelo li Tirkiyê hevsengiya siyasetê dê çawa biguherîne û li gor we, gelo di helwesta Maseya Şeşalî de dê guhertinekê pêk bîne?

Destpêkê em bi rêya we silavên xwe yên germ û hesreta xwe dişînin hemû gelê me, bi taybetî jî, ji bo gelê me yê li  Herêma Kurdistanê ya Federal.

Wek hûn jî dizanin, li Tirkiyê piştî çend mehan, hilbijartinên herî girîng ên dîroka komarê dê werin encamdan. Bi vê hilbijartinê, dê kêşeyên civakî yan qat bi qat zêde bibin yan jî deriyên çareseriyê vebin. Tifaqa Cumhûr ku ji AKP û MHPê pêk tê, di serî de ji bo Kurdan, bi giştî ji bo beşeke mezin a civakê, bû desthilata zilmê. Bi vê polîtîkayê, ku nijadperestiya Tirk desthilat e, Tirkiye ber bi wêraniyê ve birin. Niha aliyên ku têkoşîna derketina ji vê wêraniyê û avakirina demokrasiyê dimeşînin, hene. HDP û Kurd jî ji bo vê yekê hewl didin, li ber xwe didin. Lê belê eniya opozîsyonê ku wek maseya şeşalî tê binavkirin û beşeke girîng a opozîsyonê pêk tînin, heta îro siyaseteke ku bala xwe bide ser HDPê û diyalogê pêk bîne, nemeşand. Tevî ku HDPê ji bo diyalog û hevkariyê her dem deriyê xwe vekirî hiştiye, heta niha jî, wan ev şansê xwe bi kar neaniye. HDPê jî li hember hemû van polîtîkayên tunehesibandinê, biryar da ku bi namzetê xwe yê Serokomariyê beşdarî hilbijartinan bibe, lê deriyê xwe jî bi temamî negirt. Êdî divê opozîsyona din li ser mijara hevdîtin û lihevkirina bi HDPê re, gav biavêje. Ez hêvî dikim di vê mijarê de, xwe paşve nekişînin. Lihevkirina li ser prensîpên demokrasiyê û çareseriya aştiyane, dê di qezenca hemû Tirkiyê de be.

Wisa xuya ye, aliyê opozîsyonê yê li derdora maseya şeşalî, wek hilbijartinên sala 2019an, bawer dikin ku dengderên HDPê dê piştgiriya wan bikin, gelo biryara HDPê ya diyarkirina namzetê xwe yê Serokomariyê, ji bo vê baweriyê peyamek e?

Belê, em dikarin vê yekê eşkere bibêjin. Jixwe piştî hilbijartinên 2019an, berdevkên partiya me çendîn car diyar kirin ku êdî ti kes tevî her tiştî dengê xwe nade opozîsyonê û piştgiriyê nadin ti kesekî ku Kurdan wek îrade qebûl nakin.

Maseya Şeşalî pêşniyara xwe ya guhertina Destûrê eşkere kiriye, ku tê de 84 madde û 9 sernav hene, lê di nav wan de li ser perwedehiya bi zimanê zikmakî û pirsa Kurd, ti pêşniyarek cih nagire. Gelo hûn helwesta Maseya Şeşalî ya li ser pirsa Kurd û rijdbûna wan a li ser wê yekê ku naxwazin ligel HDPê werin xuyakirin, çawa dinirxînin?

Mixabin li Tirkiyê hîn jî hizrên berê, tirs û polîtîkayên înkarkirinê li cem gelek aliyan bandora xwe didomînin. Di sedsala 21ê de êdî nîqaşa li ser mafên Kurdan jî hizreke gelek paşverû ye. Tiştê ku divê were kirin, mafên nasnameya netewî yên gelekî ku wek şîrê dayîkê ji wan re helal e, bêkêmasî werin qebûlkirin. Birastî di piraniya civakê de bertekek li hember mafên Kurdan tune ye, lê rêveberên dewletê û partiyên siyasî yên ku em dikarin bibêjin partiyên dewletê, li paş civakê ne. Lê belê pirsa Kurd, di zemîna siyasî de û bi rêbazên aştiyane, beriya hilbijartinan an jî piştî hilbijartinan, bêguman dê were rojevê û êdî çareserkirina vê pirsgirêkê dê bêhtir neyê paşxistin.

Beriya hilbijartinên 2018an, me ligel cenabê we hevpeyvînek kiribû û we gotibû "Mixabin di navbera HDP û partiyên Kurdî de tifaqa ku me hêvî dikir, pêk nehat. Xwezî ev pêk bihata. Lewra birastî jî pêwîstiya Kurdan bi hevkarî û tifaqa netewî ya navxwe heye.” Gelo hîn jî ev hêviya we didome û ji bo hilbijartinên bê, li ser bihêzkirina tifaqa navbera partiyên Kurdî, bangeke we hebe?

Weke ku ez dizanim, hevdîtin û pêwendiyên HDPê yên ligel partiyên Kurdî berdewam in. Ji bo hilbijartinan, li ser polîtîkayên tifaq û yekrêziya netewî, ber bi pêşve gav hatine avêtin. Ez hêvî dikim di vê hilbijartina dîrokî de Kurd bi yekrêzî derkevin pêşberî dengderên xwe. Ez jî li vir ji bo tifaq û yekrêziya netewî, bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd dikim ku bi fedakarî tevbigerin.

Lê belê eger hûn destûr bidin, ez dixwazim rexne û xemgîniyeke xwe bînim ziman. Ez nabêjim hemû pêkhateyên siyasî yên Kurd, lê ez dibihîzim ku hinek alî, mijara tifaqa HDPê, bi awayekî netemam û şaş, tenê wek bazara parlameterî û kursiyê serokatiya şaredariyan dibînin. Ev helwest ne rast e, helbet divê mijara temsîlê jî were nîqaşkirin û temsîleke diyarkirî jî hebe, ev jî pêwîstiya demokrasiyê ye. Lê belê tevî ev mijareke wisa ye ku divê piştî lihevkirina hemû prensîpan û piştî têkoşîna hevbeş bi awayekî sirûştî were gotûbêjkirin, ne rast e ku ev mijar di serî de were ferzkirin. Di ser de jî, hinek serokên şaredariyan, îradeya dengderan tune hesibandin û ji kontenjana ku ji bo tifaqa Kurdî hatibû veqetandin, îstîfa kirin û tevlî AKPê bûn. Ji ber vê yekê, divê mirov li mijara tifaqan, ne ji aliyê berjewendiya takekes an jî partiyan, ji pencereya berjewendiyên gel ve binêre.

Hûn cezayê ku derbarê Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hatiye dayîn çawa dinirxînin û gelo eger raya giştî ya Tirkiyê bi awayekî xurt li dijî danîna qeyûman li şûna şaredariyên HDPê û desteserkirina serokên şaredariyan rawestiya, ev tablo dê derketa holê?

Em li dijî hemû bêhiqûqî û bêedaletiyê ne. Em li dijî zexta desthilatê ya bi rûyê darazê ya bi fişarên siyasî yên li hember Ekrem Îmamoglu derketin û em ê li dijî vê yekê berdewam bin. Lê belê dema qeyûm li şûna şaredariyên HDPê dihatin danîn û serokên me dihatin girtin, mixabin ji opozîsyona din bi awayekî xurt bertek nehat. Eger wan rojan bi hev re bertekeke mezin bihata nîşandan, ev rewş ji bo wan jî dibe ku nehata vê astê. Ez hêvî dikim ku her kes ji vê yekê ders werbigre.

Gelo beriya hilbijartinan, astengkirina hesabê HDPê yê alîkariya xezîneyê, tê çi wateyê?

Ji bo girtina HDPê pêngava yekem avêtin. Li gor bertek yan jî geşedanên ku bên, dikarin ber bi girtinê ve biçin. AKP û MHP ji bo ku di van hilbijartinan de HDPê bêbandor bikin, hemû rêbazên hiqûqê rawestandine. Lê belê eger bixwazin ku cezayê qutkirina alîkariya darayî bo partiya me bidin û di hilbijartinan de bixin tengasiyê, em bawer im ku em ê bi piştgirî û hevgirtina bi milyonan gelê Kurd, ji alîkariya xezîneyê zêdetir, xebatên hilbijartinan bimeşînin. Gelê me di vê mijarê de hestyar e û em bi gelê xwe bawer in.

Herî dawî, bi peyamên xwe yên ku hûn ji girtîgehê dişînin, we ragihand ku we dest bi bangeşeya hilbijartinan kiriye, bi vê bangeşeyê armanca we çi ye?

Li girtîgehê derfetên min gelek kêm in. Lê belê di vê hilbijartina dîrokî de ku siberoja gelê me tê diyarkirin, min li xwe neanî ku ez rûnim û temaşe bikim. Li hember gelê me, deynê me û berpirsyariyên me hene. Di vê pêvajoya hilbijartinan de, heta ku partiya me HDP amadekariyên xwe yên hilbijartinan temam bike û derkeve qadan, ez hewl didim ku dengderên me motîve bikim, ji bo xebatên hilbijartinan han bidim. Xwezî ji destê min zêdetir tişt bihata, lê belê hemû tiştên ku ez dikarim bikim, ji bo gelê xwe bi dilxweşî dikim û ez ê berdewam bim. Bi vê boneyê, ez hemû gelê me, bi taybetî ciwan û jinan, ji bo xebatên hilbijartinan û beşdarbûna aktîv a ji bo têkoşînê, bang dikim.