HAK-PAR daxwaza avakirina hevpeymaniyekê dike

Serokê HAK-PARê: Divê partiyên Kurdistanî ji bo çend kursiyên parlamenteriyê, dest ji prensîpên xwe bernedin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Mafê û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan banga hevpeymaniyê li Partiyên Kurdistanî dike û dibêje, ji bo çend kursiyên parlamenteriyê dest ji prensîpên xwe yên Kurdistanî bernedin

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan beşdarî bûltaneke K24ê bû û got, Tirkiye li ser bingeha dijî Kurdan hatiye avakirin, Kurd wek milet nehatiye qebûlkirin. Niha jî her du tifaq Cumhur û Milet ji bo desthilatdariyê rikberiya hevdu dikin û ger Kurd piştevaniya kîjan aliyê bike, ew dibe desthilatdar, lê di projeyên her du aliyan de, tiştek ji bo Kurdan tune ye.

Her wiha got jî: “Ji bo çareserkirina pirsa Kurd, ti projeyeke HDPê jî nîne. HDP xwe wek partiyeke Kurdistanî nabîne û xwe wek partiyeke Tirkî dibîne. Eger HDP siyaseteke wiha bimeşîne, ma gelo em neçar in piştgîriya wê bikin?

Duzgun Kaplan bang li partiyên Kurdistanî kir û xwest ku li dijî hevpeymaniyên din ên siyasî yên li Tirkiyê, hevpeymaniyeke Kurdistanî ji bo mafên netewî yên Kurdan were avakirin.

Serokê HAK-PARê her wiha hişyarî da partiyên Kurdistanî û got, ji bo çend kursiyên parlamenteriyê, dest ji prensîpên xwe yên Kurdistanî bernedin. Divê Kurd li Tirkiyê siyaseteke serbixwe bimeşînin.