Li Tirkiyê dahata malnişînan ji sedî 50 di bin asta birçîbûnê de ye

Li Tirkiyê zêdetirî 8 milyon malnişîn hene ku tam 30 sal zêdetir kar kirine. Lê niha ew di bin asta birçîbûnê de mûçe werdigirin û êdî rewşa wan her diçe ber bi metirsiyê ve diçe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê zêdetirî 8 milyon malnişîn hene ku tam 30 sal zêdetir kar kirine. Lê niha ew di bin asta birçîbûnê de mûçe werdigirin û êdî rewşa wan her diçe ber bi metirsiyê ve diçe. Gelek malnişîn nikarin kirêya mala xwe bidin û pêdiviyên xwe yên sereke yên mirovî dabîn bikin.

Malnişînên ku 30 sal zêdetir ji Tirkiyê re kar kirine ji bo mafên xwe yên debara mirovî li Stenbolê derketin qadê. Li hember enflasyona bilind û bihabûna jiyanê rewşa 8 milyon zêdetir malnişînên ku her diçe xiraptir dibe ji rojeva Tirkiyê nakeve.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan hefteya borî ragihandibû ku ew mûçeyê malnişînan ji 3500 lîreyan derdixin 5 hezar û 500 lîreyan. Lê sendîkaya malnişînan ya ku di bin banê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger de kar dike vê yekê kêm dibîne û li dijî vê reaksiyonê nîşan dide û ji malnişînan re daxwaza jiyaneke mirovî dike.

Endama sendîkayê Zeynep Dîlek Denîzsel ji K24ê re diyar kir: "Ji rezîltî ye, ne tiştekî din e. Kirê di binê 5 hezar û 500 Lîreyan de nemane em ê çawa bijîn? Ka bila bêjin çawa em ê bijîn? Herî kêm mûçe divê di asta kêmmûçeyê de be."

Malnişînekî bi navê Mahmûd Aliş diyar kir: “Em jiyaneke bi rûmet, şeref û namûs dixwazin bijîn. Em dixwazin 2 qirûş pere bixin berîka zarokên xwe. Em di rewşeke zor dijwar de ne. Hilbijartin nêzîk dibe em ê hisabê vê yekê bipirsin.” 

Li Tirkiyeya ku asta birçîbûnê bûye 8 hezar û 130 lîre û asta xizaniyê jî bûye 26 hezar û 485 lîre, 8 milyon zêdetir malnişîn 3500 lîre mûçe werdigirin. Meha pêşiya me mûçeyê wan dê bibe 5 hezar 500 lîre. Lê malnişîn dibêjin, me xwe sipartiye malên zarokên xwe. Em nikarin kiriya xwe bidin. Me 30 sal zêdetir ji bo Tirkiyê xizmet daye. Li beramber vê keda xwe em jiyaneke mirovî dixwazin.

Endama sendîkayê Nevîn Temîz dibêje: "Ji bo protestoya zamên mûçeyan em hatin vê derê. Bi salan me kar kir Ji serokomar dixwazim herî kêm mûçeyê me bike 8 hezar 500 lîre."

Malnişînê bi navê Mehmet Ozbey jî diyar dike: "Wekî ku sedeqeyê didin malnişînan. Ji nava lêvên mirovekî ev biryar derdikevin. Wekî xerceke ku di cejnê de hûn bidin zarokan. Min 30 salan kar kirye ji vê dewletê re ez birçîme ew têr in."

HDP û CHPê jî derbarê rewşa krîtîk ya debara malnişînan de ku êdî di bin asta birçîbûnê de jiyanek li wan hatiye ferzkirin her yek pêşnûmayek amade kirin û raberî parlamentoyê kirin. Her du partî jî dibêjin divê herî kêm mûçeyê malnişînan derkeve ser 8 hezar û 500 lîreyan.