Tara Mamedova straneke nû belav kir

Strana nû ya Tara Mamedova ku bi xwe hem gotin hem jî mûzîka wê afirandiye “Sîno” 13ê Çileyê li ser hemû platformên dijîtal cihê xwe girt.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Her çiqas li Tirkiyê li ser zimanê Kurdî û hunermendên Kurd çewsandin û pişaftin hebe û gelek caran konsertên hunermendan bêne qedexekirin jî ew dev ji hilberînê bernadin, li ber xwe didin û civaka Kurdan bi stranên zimanê Kurdî tînin ba hev.

Hunermenda Kurd Tara Mamedova straneke nû belav kir. Strana ku bi navê Sîno hatiye tomarkirin di heman demê de jê re klîbek jî hatiye çêkirin. Strana nû ya Tara Mamedova ku bi xwe hem gotin hem jî mûzîka wê afirandiye “Sîno” 13ê Çileyê li ser hemû platformên dijîtal cihê xwe girt.

“SÎNO” ÇAWA HAT HILBERANDIN?

Tara Mamedova radigihîne ku wê di hilberandina vê strana xwe de ji bûyereke dilêş îlham wergirtiye ku di heman demê de bi gotinên stranê ew jinên ku di warê pêwendiyên evînî de ji aliyê mêran ve rastî tundî û bêrêziyê tên berev xweragiriyê ve han dide. Mamedova serboriya hilberandina strana xwe ya bi navê Sîno wiha vedibêje.

Tara Mamedova derdibirrîne ku ew rojekê telefonê bo hevaleke xwe dike ji bona ku kêf û halê wê bipirse. Lê dengê hevala xwe nizim û kelogirî dibihîze. Ber bi peyvan dinêre pê dihise ku destgirtiyê hevala wê ew gelekî êşandiye û dev ji wê berdaye. Herwiha xwestiye ji dil xwe jê xelas bike. Piştre jî behsa çîroka xwe dike û Mamedova jî vê bûyera dilêş bi peyv û hestên xwe dihone û strana Sîno hildiberîne.

Tara Mamedova dibêje: “Hişmendiya paşverû di her warê jiyanê de tim dixwaze enerjî, reşka çavan, hêvî, serxwebûnî û azadiya jinan wek benîşt di devên xwe de bicû û bê qîmet bike. Di vê jiyanê de nabe ku ev bûyer normal bên dîtin, divê bi her awayî em bînin ziman.”

Bi gotin û muzîkeke bi aheng, di nav de çend gotinên pêşiyan ên bav û kalan hunermendê hestên xwe nivîsî û kir stran. Û strana “Sîno” bi van hest û ramanan hat hilberandin.

KLÎB Û FIKRA ESASÎ YA KLÎBÊ

Piştî hilberandin û tomarkirina stranê Tara Mamedova, bi klîbeke balkêş strana xwe dixemilîne ku dîmen û çîroka klîbê jî palpiştin bo peyamên stranê. Klîba ku bi derhêneriya Melodî Tozumê çûye serî de gelek nas û dostên hunermendê jî bi piştgirî û harikariyên xwe mil dane vê proseyê.

Mamedova dibêje; “dinya weke ku ketiye nava bîreke bê ser û ber; şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborî û ekolojiyê û hişmendiya paşverû ku her roj dibe sedema kûştina hêviyên mirovan... Em hesreta hêviyeke biçûk in ku me ew dît em wê dişopînin û bernadin. Di vê serdema ku bi hêvî û xeyalên me tê lîstin, divê ku em bêtir xwe bispêrin xwe û hewl bidin hestên xwe bînin ziman, bêjin û bidin bihîstin.”

Mamedova dibêje; di vê xebatê de wan xwestiye ku bi şêwaz û zimanekî cuda ramanên xwe derbirrînin; loma bi mehan kedeke mezin ber vê xebatê de dane û ev berhem êdî amade ye bo bîner û guhdaran. Herwiha daxwazeke hunermendê jî ji guhdar û bîneran heye ku ew hest û fikrên xwe yên derbarê vê berhemê de bibêjin û binivîsin.

SÎNO

Lo Sîno Sîno kuro Sîno

Tu ne evînperestî Sîno

Te guhê xu da ye wan bêbexta

Neke gazin û negrî qesta

Rabe ji ber deryê mi here Sîno, lo Sîno

Çep û rastê xwe bivîne Sîno

Rabe ji ber deriyê min here Sîno, lo Sîno

Çep û rastê xwe bivîne Sîno

 

Berde dilo tu berde, berde berde berde

Ji îro pêva wî berde

Berde cano tu berde, berde berde berde

Xêra wî ji te ra tune

 

Lo Sîno ka gotinên êvara

Tevda ketine kunê dîwara

Lo Sîno ka bêje me rast e ew

Jêdikim ez guhê xweyê rastê

Mi ji te ra gotibû lo lo Sîno, lo Sîno

Tê rokî bimînî li wan besta

Mi ji te ra gotibû lo lo Sîno, hêsîro

Tê rokî bimînî li wan besta

 

Berde dilo tu berde, berde berde berde

Ji îro pêva wî berde

Berde cano tu berde, berde berde berde

Xêra wî ji te ra tune

 

Berde dilo tu berde, berde berde berde

Ji îro pêva wî berde

Berde cano tu berdeberde berde berde

Xêra wî ji te ra tune

Xêra wî ji te ra tune

Xêra wî ji te ra tune

Gotin û Awaz: Tara Mamedova

TARA MAMEDOVA KÎ YE?

Zaroktiya wê li Kirgizîstan û Rûsyayê derbas bû, perwerdehiya xwe ya muzîke li Fransayê domand. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçe û kolanan (ku li wê derê hev nas kirin) çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rûsî, bi zimanê xwe yê zikmakî yê Kurdî re li hev anî û albûma xwe ya yekem "Ax" parve kir.  Bi tarza xwe ya cûda di endûstriya muzîkê de deng veda û li welat û li derveyî welat konsertên gelekî serkeftî dan. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkir, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hat xwendin. Ji bilî "Ax" “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” “Zîv” tevî hev 4 albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. Hunermend, bi tecrûbeya xwe ya pir çandî muzîka xwe ya gerdûnî didomîne.