Buldan: Em ê di demeke nêz de namzetê xwe yê Serokomariyê eşkere bikin

Hevseroka HDP Pervîn Buldan li Stenbolê di civîna digel platform û komeleyên Kurdistanî de bal kişand ser girîngiya tifaqa li gel Kurdan û ragihand HDP xulamê ti aliyekê nîne.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hevseroka HDP Pervîn Buldan li Stenbolê di civîna digel platform û komeleyên Kurdistanî de bal kişand ser girîngiya tifaqa li gel Kurdan û ragihand HDP xulamê ti aliyekê nîne û ew ne girêdayî tifaqa Miletê ne jî girêdayî tifaqa Komarê ne.

Pervîn Buldan Hevseroka HDPê li gel nûnerên sazî û komeleyên bajarên Bakurê Kurdistanê yên şaxa wan li Stenbolê ne kom bûn.

Buldan hilbijartina bê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji yên berê ciyawaztir û wek hilbijartineke dîrokî bi nav kir û ragihand ew ê li ser Tifaqa Ked û Azadî bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan diyar kir: “HDP xulamê kesî nîne ku xwe bi aliyekî ve girê bide. Em rêwiyê rêya sêyemîn in. Di hilbijartina bê de yan bijartina faşizm yan jî bijartina azadî dê bê kirin. Gelên Tirkiye dîlgirtiyê tifaqa Milet û Komarê nîne. Em ê di demeke nêz de namzetê xwe yê Serokomarî eşkere bikin û ji bo namzetê me bimîne gera duyem em ê bixebitin.”

Serokê Platforma Komeleyên Bajarên Bakurê Kurdistanê Abdulhakîm Daş jî da zanîn divê ji bo maf û azadiya Kurdan hemû saziyên sivîl û partiyên Kurd bibin yek û bi vê yekîtiyê beşdarî hilbijartinê bibin.

Serokê Platforma Komeleyên Bajarên Bakurê Kurdistanê Abdulhakîm Daş ji K24ê re ragihand: “Kurd êdî li Tirkiyeyê di hilbijartinê de encamê diyar dikin û bûne mifteya serkeftinê. Divê hemû hêzên Kurd ji bo berjewendiyên Kurdan tevbigerin. Em bang li HDP jî dikin ji bo yekrêziya Kurdan roleke bigire ser xwe û ji  bo sazkirina yekîtiya Kurdan xebat bike.”

HDP 15ê vê mehê yekem mitînga xwe ya mezin a îsal a li ser navê Tifaqa Ked û Azadiyê dê li Stenbolê saz bike û tê çaverêkirin di wê mitîngê de hin nîşaneyên li ser namzetê Serokkomarî û stratejiya hilbijartinê bi zelalî were eşkerekirin.