Rayedarekî berê yê Îranê hat darvekirin

Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Îranê yê berê Elî Reza Ekberî bi tometa sîxuriyê hat darvekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Îranê yê berê Elî Reza Ekberî bi tometa sîxuriyê hat darvekirin.

Navenda nûçeyên desthilata navendî ya Îranê ragihand, Elî Reza Ekberî ku xwedî nasnameya Îranî û Brîtanî bû, bi tawana sîxurîkirina bo Brîtanyay û tevgerên wî yên li dijî asayîşa niştimanî ya Îranê, hat darvekirin.

Wezareta Îtilaatê ya Îranê ragihandiye, Elî Reza Ekberî ku beriya xanenişînbûnê, çend sal Cîgirê Wezîrê Berevanî û demekê jî Şêwirmendê Desteya Danûstankar a Îranê di danûstandinên atomî de bû, zêdetirî 9 salan ji bo dezgeha îstixbaratê ya Brîtanyayê sîxurî kiriye.

Elî Reza Ekberî di dema desthilatdariya reformxwazên Îranê de Cîgirê Elî Şemxanî, Wezîrê Berevanî yê wê demê yê Îranê bû û demek jî wek Şêwirmendê Desteya Danûstankar a Îranê, di danûstandinên atomî de beşdar bû.