Li Bakurê Kurdistanê helmeta ji bo dersa zimanê Kurdî didome

Rêxistinên zimanê Kurdî ku partiyên siyasî jî tê de cih digirin helmeta hilbijartina waneya bijarte ya zimanê Kurdî didomînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya pêvajoya hilbijartina waneya bijarte ya zimanê Kurdî de rêxistinên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê xebatên xwe didomînin ku bi daxuyaniyan û bi belavokan banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî tê kirin ku dema dawî bo waneya bijarte ya zimanê Kurdî 20ê Çileyê ye.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên zimanê Kurdî ku partiyên siyasî jî tê de cih digirin helmeta hilbijartina waneya bijarte ya zimanê Kurdî didomînin. Di vê çarçoveyê de Platforma Zimanê Kurdî li Cemiyeta Rojnamevanan a li Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rayedarên Platforma Zimanê Kurdî bang dikin ku her çiqas hefteyê 2 demjimêr be jî û bijarte be jî hebûna waneya bijarte ya zimanê Kurdî di nava pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de bi awayekî fermî girîng e û divê ev derfet were bikaranîn.

Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Vahît Aba ji K24ê re diyar kir: “Dersa bijarte rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vedike. Yanî îro em dibêjin hefteyê 2 saet e lê armanca me ya sereke ji pola yekem heta zanko tev de bi kurdî be. Lê îro derfetek heye ji bo kurdan ji pola 5 heta 8 hefteyê 2 saetan dersa kurdî hilbijêrin. Em jî dibêjin divê ji van derfetan sûdê werbigrin.”

Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD jî helmeta xwe ya bi belavokan dabû destpêkirin didomîne. Di vê çarçoveyê de endamên HEZKURDê li 16 mizgeftên Diyarbekirê piştî nimêja nîvro belavok belav kirin û bang li malbatan hat kirin ku ji zarokên xwe waneya bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin. Bi helmetên tê meşandin jî di salên dawîn de xwendekar bêhtir bala xwe didin fêrbûna zimanê Kurdî

Xwendekarek diyar dike: “Ji ber ku zimanê me yê dayîkê ye em dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin. Dema ez fêrî Kurdî dibim keyfxweş dibim. Dixwazim dema biçim gund bi hevalên xwe bi zimanê Kurdî biaxivim.”

Herwiha xwendekarekî din jî dibêje: “Dayîka min ji Kurdî hez dike. Dibêje min, tu jî fêr bibe. Ez hinek dizanim. Lê divê zêdetir  fêr bibim.”

Xwendekarek jî diyar dike: “Ez ji Kurdî hez dikim. Bavê min dizane. Ez jî dizanim. Ez dixwazim dibistanê de bi Kurdî biaxivim.”

Pêvajoya bijartina waneya bijarte ya  zimanê Kurdî dê heta 20ê Çileyê bidome û rêxistinên zimanê Kurdî bang li malbatan dikin ku çi bi rûbirû be û çi jî bi rêya înternetê ji ser E-Dewletê be bila ji zarokên xwe yên polên 5. 6. 7. 8ê re waneya bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin û eger dibistan bo wan astengiyan derxin jî serî li rêxistinên ziman bidin.