Mûnzûr Çem li Diyarbekirê bi merasîmekî hat bibîranîn

Diyarbekir (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li Diyarbekirê merasîmeke bibîranînê ji bo siyasetmedar, rewşembîr û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem lidarxist. Merasîm bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, kademîsyen û rewşembîrên Kurd birêve çû.

Di merasîmê de, Serokê giştî yê PSKê Bayram Bozyel, balê kişand ku Mûnzûr Çem, ji ciwanîya xwe ve hewla hişyariya netweyî ya gel û welatê xwe daye û bi taybet piştî 1975an jî, wek pêşengekî di kar û xebatên siyasî yên li baûrê Kurdsitanê de cîh girtî ye. Bozyel da zanîn ku piştî ku di sala 1980an de ji welat derdikeve jî, hem bi xebatên xwe yên siyasî, hem jî bi berhemdariya xwe xizmetên xwe berdewam kiriye.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dr. M. Malmîsanîj ku di Grûba Vate ya li ser zimanê Kirmanckî de, bi Mûnzûr Çem re demdirêj kar û xebat meşandiye jî, ragihand ku “hin kes hene ji bo xwe Û derdora xwe dijîn, lê hin kes jî hene ku ji bo doz û daxwazên gel û welatê xwe dijîn. Mûnzûr Çem yek ji wan kesên taybet bû ku heta dawîya temenê xwe jî bi berhemdarî û hewldanên xwe xizmeta gel û wellatê xwe kir.”

Beşdarên merasîmê, berhemdayîna Mûnzûr Çem û keda wî ya bêhempa bi rêzdarî bibîranîn û ragiahndin ku dê bi mîrateyên ku hiştiye her tim di bîr û bîreweriya gel û welatê xwe de be.

Mûnzûr Çem di sala 1947’an de li gundekî di navbera Bîngol û Dêrsîmê de, jidayîk buye û di 11’ê Berfembara 2022an de li Elmanyayê ji ber nexweşîna pençeşêrê koça dawî kiribû.