Pêşangeha Karawanê ya xewn û xeyalê dildarên xwezayê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê pêşangeha Karawan Stenbol 3. car çû serî. Eleqeyek mezin hebû di pêşangehê de bi taybet jî ji aliyê dildarên xweza û yên kampîngan. Piştî pandemiyê ev çanda nû ya ku li hemû cîhanê bi pêş dikeve ya jiyana di nava Karawanan de, her sal xwe nûjentir dike û bi şêweyekî hê moderntir derdikeve pêşberî hizkiriyên xwezayê.

Pêşangeha Navnetewî ya Karawanan ku gelek siwareyên xewna dildarên jiyana xwezayê dixemilînin tê de tê pêşandan, li Stenbolê 3. car deriyên xwe bo welatiyan vekir. Ligel Stenboliyan ji 48 welatan nêzî 41 hezar kesî beşdarî di pêşangehê de kir. Herwiha nêzî 200 kompaniyan bi sedan cûreyên karawanan ên bi wesayît, yên li ser wesayîtê û yên ku li dûv wesayîtê têne kişandin ligel modelên taybet yên bi konfora ultra, bo dildar û mereqdaran pêşkêşkirin.

Xwediyê Kompaniya Karawanê Kadîr Îçer: “Pandemiyê çandek guherand li tevahiya cîhanê. Mirov êdî hê zêdetir jiyaneke takekesî dijîn û ji nava qerebalixan vekişiyan. Vê yekê jîbandoreke erênî li ser sektora karawanê û geştyariya xwezayê kir.”

Hilberînerê Avahiyên Tine House Murat Kodat: “Şert û mercên aboriyê gelek guherîn. Bihayê xaniyan û jiyana deverên mustaqîl zêde bû. Bi vê yekê xelkê berê xwe da avahiyên bi teker ên bi navê Tine House. Mirov êdî dixwazin di nava xwezayê de wargehên biçûk yên jiyanê ava bikin.”

Digel dildarên xwezayê beşeke zêde ya kesên ku bala wan li ser kampîngê ye jî beşdarî di pêşangehê de kirin. Ji 10 hezar dolaran heta 2 milyon dolaran li gorî bûtçeyên cûda karawan di vê pêşangehê de cih digirin.

Sînameger û Stranbêj Elîf Gul: “Beriya pandemiyê haya mirovan jê nîn bû. Lê piştî pandemiyê em pê hisiyan ku li derve xweza heye, oksîjen û şînahî heye. Loma jî sektora karawan û kampîngê hê zêdetir bi pêş ket.”

Rêveberê Kompaniya Karawanê Kaan Semercî: “Zêdebûna bihayê otelan jî kir ku herkes berê xwe bide karawanan. Em niha gelek kêfxweş in ji kiryaran û firotinê.”

Berpirsê Ragihandinê yê Kompaniya Tine House Mustafa Bîlal: “Tenê nava wê 36 metre ducar e û bi vê taybetmendiya xwe mezintrîn karawana Tirkiyê ye ku bi şêweyekî modern hatiye sêwirandin.”

Li gorî şîrovekaran piştî pandemiyê li hemû cîhanê eleqeya li ser jiyana di nava xwezayê de jî her zêde bûye û vê yekê rê li ber pêşketina çanda karawanan jî vekiriye. Di pêşangaha Karawan Stenbol de jî îsal eleqeyeke balkêş li dar bû; taybet di warê karawanên wek cûreyên avahiyan bi konfor û şêwazeke modern hatine sewirandin de.