Şam: Bêyî bidawîkirina hêzên Tirkiyê li ser xaka me pêwendî venagerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, bêyî bidawîkirina dagirkeriya Tirkiye li ser xaka Sûriyê û bêyî bidawîkirina terorê, civînên wan ên bi aliyê Tirkiyê re li ser asta bilind encam nadin.

Wezîrê Dervê yê Sûriyê Fêysel Miqdad duhî li Şamê di konfiranseke rojnemevanî de ligel hevtayê xwe yê Iranî Hisên Emîr Ebdullahiyan de ragihand, “Pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de berî sala 2011ê, normal bûn û li ser bingeha siyaseta cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş ên her du welatan bû. Em heta niha jî di hemû tevgerên xwe de hemû hewlên xwe didin ji bo dawî li terorê bînin. Eger teror li Sûriyê bide, dê li welatên cîran jî bide.”

Miqdad got jî: “Ji ber vê yekê, hevdîtina Serok Beşar Esed û serkirdayetiya Tirkiyê girêdayî nehîştina rewşa ku bûye sedema nakokiyan.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê da zanîn: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di heyama borî de di navbera her du welatan de kom bûne, divê dawî li hebûna artêşa Tirkiyê li ser axa Sûriyê were ku em wê wek dagirkeriya axa xwe dibînin.”

Tekez kir jî: “Bêyî bidawîkirina dagirkeriyê, bidawîkirina terorê, em nikarin behsa serkeftina vegerandin û asayîkirina pêwendiyan bikin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad derbarê qutkirina ava vexwarinê li ser parêzgeha Hesekê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve radigihîne, “dawiya siyaseta aliyên ku avê qut dikin nêzîk bûye û rewş wek ku ew dixwazin berdewam neke.”

Rûsiya, hevalbenda sereke ya Esed, piştevaniya lihevhatina di navbera Şam û Enqerê de dike, di meha bûrî de mêvandariya danûstandinên wezîrên berevaniyê yên her du welatan kiribû û hewla hevdîtinên li ser asta wezîrên derve yên her du welatan de jî dide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê got ku ew dikare di destpêka meha Sibatê de bi Mekdad re bicive, her wiha nûçeyên ku dibêjin dibe ku her du di hefteya bê de bicivin jî red kir.

Sûriyê jî heta niha ti daxuyaniyên fermî derbarê dema lidarxistina civîneke wiha li asta bilind a danûstandinan di navbera Enqere û Şamê de nîşan nedaye.