Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Çileya 2023an, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, berdewamiya piştevaniya hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de, gefên terorîstên DAIŞê û giringiya parastina ewlehiya sînoran hat gotûbêjkirin.

Fermandeyê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê amaje bi pêşketina hevkarî û hevahengiya ewlehî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorîstan de kir, bi taybetî sala borî û tekezî li giringiya pêşxistina vê hevahengiyê ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên madeya 140 a destûrê kir.

Serokwezîr sipasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Amerîka û hêzên Hevpeymanan li Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de kir.

Serokwezîr her wiha kurteyek derbarê encamên serdana şanda bilind a hikûmetê bo Bexdayê û civîna li gel Serokwezîrê Federal, bi taybetî pêşxistina hevkarî û hevahengiya ewlekarî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêşkêş kir.