Melayên Bakurê Kurdistanê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Pêvajoya serlêdana Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî berdewam e û bangek jî ji alimên olî hat ku malbat û zarokên Kurd Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêvajoya serlêdana Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî berdewam e û bangek jî ji alimên olî hat ku malbat û zarokên Kurd Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin. Alimên olî dibêjin, divê Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Helmeta Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê berdewam e ku ji hemû aliyên civakê Kurd xwedî li helmetê derdikevin û banga bijartina Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî dikin. Di vê çarçoveyê de bangek jî ji alimên olî hat. Alimên  Îttîhadul Ulema ya Yekîtiya Alim û Medreseyan bang li civakê dikin ku hem li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin hem jî li dibistanê ji bo zarokên xwe Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin da ku xetereya li ser zimanê ji holê rabe.

Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulema Mehmet Ozer ji K24ê re diyar kir: “Zimanê Kurdî û zimanê din jî tevek ayetên Xweda teala ne. Xweda însan bi reng û reng û bi zimanên cuda afirandiye. Ji ber vê yekê xeberdan ser vê yekê tiştkî xerîb e. Ziman tiştek sirûştî ye, tiştek fitrî ye. Lazim e gelê me li zimanê xwe xwedî derbikeve û zimanê xwe hilbijêre. Herin tercîhên xwe bikin û guh nedin astengan. 30 milyon kurd hene vî welatî. Divê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Mamosteyên ku waneyên olî didin balê dikêşin ku di pêvajoya perwerdehiyê de ji bo zarokan zimanê dayîkê gelek girîng e ji ber ku zimanê perwerdehiyê bandorê li ser dêruniya zarokan jî dike û dema zarok bi zimanê xwe bên perwerdekirin baştir dikarin mijarên perwerdehiyê fam bikin.

Mela Kerbela Şanli ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku me jî bi Kurdî xwendiye em dizanin tama zimanê Kurdî çiqas e û mirov jê fam dike. Em viya jî pêşniyarê hemû zarokên Kurdan dikin. Yanî heqîqeten ku bi zimanê meriv be zarok xweştir fam dikin.  Ji psîkolojiya wan re jî baş e, li wan rudine, li tebîetê wan de li aqlê wan de baştir rûdine. Lê ku ne zimanê wan be baş jê nayê famkirin.”

Dema dawî ya serlêdana Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî 20ê Çileyê hatibû destnîşankirin, lê bi biryareke nû hat ragihandin ku dema serlêdana Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî bo heta 10ê Sibatê hatiye dirêjkirin.