Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Brett McGurk kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk kir.

Îro Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Serdana Brett McGurk bo Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku îşev li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, îro Duşemê 16ê Çileya 2023an, Mihemed Şiya Sûdanî û Brett McGurk pêwendiyên navbera Iraq û Amerîkayê, herwiha şêwazên bihêzkirin û pêşvebirina wan pêwendiyan li ser astên cuda cuda gotûbêj kirin, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên gelên Iraqê û Amerîkayê de bin.

Li gorî daxuyaniyê, di daxuyaniyê de Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser şiyana hêzên ewlehiyê yên Iraqê di şerê dijî terorê û parastina aramiyê kiriye, ku bi saya qurbanîdana li axa Iraqê hatiye bidestxistin.

Herwiha ji aliyê xwe ve Brett McGurk tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo serkeftina hikûmeta niha ya Iraqê kiriye, herwiha berdewamiya Amerîkayê di pêşkêşkirina şêwirmendiyê ji bo hêzên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de, rijdbûna îdareya Amerîkayê bi rêkeftina stratejîk, çaksaziyên hikûmeta Iraqê di warên enerjî, jêrxana aborî û rûbirûbûna guherînên keşûhewayê de dubare kiriye.