Li Tirkiyê ji sedî 6.1 hilberîna şîr kêm bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Federasyona Yekîtiya Ajalvanî ya Tirkiyê ragihand li Trikiyê hilberîna şîr ji %6.1 kêm bûye, dîsa pirsgirêka hilberînkariya cotkarî û ajalvanî di rojeva Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê de ye. Cotkar û ajalvan balê dikşînin ku ji ber lêçûn zêde, dibin êdî kes naxwaze bi ajalvanÎ re bilîi bibe û ev rewş jî qeyranê kûrtir dike.

Zêdebûyîna lêçûnan dibe sedem ku ajalvan; kerî û dewarên xwe serjê bikin, ew jî dibe sedem ku ajal kêm bibin û pêve girêdayî jî, goşt, şîr û berhemên şîr bi awayekî bê pergal giran dibin.

Karsazên ku ajalvaniyê dikin radigihînin ku ji ber lêçûn zêde ne û mesrefê şîr dernakeve, ew şîr nadoşin jî û tînin ziman ku heger ji bo wan destek neyên dayîn û lêçûn wihda zêde bibin, edî nema kes vî akrî dike.

Karsaz û xwediyê saziyên xwedîkirina ajalan Mehmet Bayraktar dibêje: “Îro her heywanekî mehane bi 2500-300 lîre bo mesref e. Dema ku em 100 ji wan xwedî bikin, lêçûneke giran peyda dibe. Bi rastî em jî wiha nikarin ji binî rabin. Em ew qas pêre van zehmetî û rîskan dibînin em dibêjin emê jî dest jê berdin. Yanî ez pir xwedî bikim û berxwebidim jî, van yên destên xwe heta 5-6 mehan jî belkî xwedî bikim, lê ez van yên hene biqedînim, ezê dest jê berdim.”

Xwedî û rêvebirê dikana firotina berhemên şîr Metîn Gultekîn: “Tabî ji ber zêdebûyîna lêçûnanên xwedîkirina ajalan, li ser cotekaran misogeriyan çê dike û dema ku lêçûn zêde dibin jî, ajalên xwe serbir dikin. Ew jî dibe sedem ku bihayê şîr û pêve jî berhemên şîr giran bibe. Dema ku biha zêde dibin, welatî jî gazincan dikin, em jî niha heta ku heye ji cotkar û gundiyan distînin û difroşin mişteriyên xwe.”

Rêvebirê saziyên cotkar û ajalavanan, tînin ziman ku bi îthalatê, ji derve goşt û şîr anîn çareserî nîn e û divê polîtîqayên nû yên ku hilberînê berdewam bike bên saz kirin da ku civak bi ber rewşên metirsîdar ve neçe.