Îran û Tirkiye: Em di parastina yekparçeyiya axa Sûriyê de hevnêrîn in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan, li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê kirin.
Konferansa rojnamevaniyê ya herdu wezîrên derve yên Îran û Tirkiyê li Enqerê, 17ê Çileya 2023an
Konferansa rojnamevaniyê ya herdu wezîrên derve yên Îran û Tirkiyê li Enqerê, 17ê Çileya 2023an

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan, li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê kirin.

Mevlut Çavuşoglu û Husên Emîr Ebdullahyan îro roja Sêşemê 17ê Çileya 2023an li Enqereya paytexta Tirkiyê civiyan û piştî civînê konferaneke rojnamevaniyê pêk anîn.

Çavuşoglu got: “Em weke Tirkiye û Îran piştevaniyê li yekitiya axa Sûriyê dikin. Divê Sûriye ji terorîstan bê paqijkirin. PKK û YPGê hewl da li bakurê Sûriyê korîdoreke terorê çêbike. Me ev korîdor him ji DAIŞê him jî ji YPG û PKKê paqij kir.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir: “Em weke Tirkiye û Îran bi aweyekî bihêz piştevaniyê li yekitiya ax,  sînor û siyasî ya Sûriyê dikin. Lê belê şerek heye ku ev zêdeyî 11 sal in berdewam dike. Gelek  xwîn hat rijandin. Zilm û hejarî heye. Gelek mirov ji cihê xwe bûne. Me di çarçoveya formata Astanayê de hinek pêngavên girîng jî avêtin. Weke pevguhertina dîlên şer û avakirina komîsyona destûrê. Lê êdî ji bo aşitî û aramiyek mayinde  divê pêngavên bi encam bên avêtin.”

Çavuşoglu diyar kir: “Me ligel rejîmê pêvajoyeke pêwendiyan da destpêkirin. Piştî civînên îstixbaratî, li Moskowê bi mêvandariya Rûsyayê civîneke wezîrên berevanî û berpirsên îstixbaratî pêk hat. Tê plankirin ku di rojên pêş de di asta Wezîrên Derve de jî civînek bê kirin. Piştî ku civîn hatin kirin, me Îran jî agahdar kir. Him berî wê û him jî piştî wê Rûsyayê jî agahdar kir. Ji ber ku em bi awayekî sêalî li ser formata Astanayê berdewam dikin.”

Herwiha got: “Me di civînên îro de jî tekezî li ser sûda Îranê  ya di van civînan de kir. Birêz Serokomarê me jî tekezî li ser vê yekê kir. Di pêvajoyên pêş de jî di her pêngaveke ku  bê avêtin de em ê ligel Îranê di nav hevkariyek nêzîk de bin. Li vir mijarên  girîng ên weke  pêvajoya siyasî, rûbirûbûna terorê, vegera bi ewle ya bi xwesteka xwe ya Sûriyan û piştevanîkirina ew kesên vedigerin, hene.”

Mevlut Çavuşoglu got: “Li Sûriyê niha armanca  PKK û YPGê diyar e. Hewl didin bi piştevaniya hinek welatan bihêz bibin û Sûriyê dabeş bikin. Wate armanca wan ew e ku dewleteke terorê ava bikin. Xwestin li aliyê din ê sînorê me korîdoreke terorê ava bikin. Korîdoreke terorê ya ji rojhilat ber bi Deryaya Spî ve. Destpêkê DAIŞê hewl da vê korîdorê ava bike. Piştre jî PKK û YPGê. Me bi operasyonên xwe yên li dijî PKK û DAIŞê ev plan nehiştin. Lê tevî ku me hinek ji van deveran ji terorîstan paqij kirine û em piştevaniya vegera Sûriyan bo wan deveran dikin bi taybet li Til Rifet, Minbic, du navçeyên li rojavayê Firatê, li rojhilatê Firatê û li bakur rojhilatê Sûriyê hebûna PKK û YPGê berdewam dike. Em wan dikin armanc.”