2 kes li ber stayuma Besrayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Îraqî ragihand, li Besrayê 2 handerên futbolê canê xwe ji dest dan û 60 kesên din jî birîndar bûn.

Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li stadyuma Besrayê, dê bi fînala Kûpaya Kendavê di navbera Iraq û Omanê de birêve biçe. Beşek ji handeran jî ji duh êvarê ve ketin stadyumê û ji niha ve jî qerebalixeke zêde li ber stadyumê heye.

Ajansa nûçeyan a Îraqî ragihand, di qerebalixa li ber stadyumê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 60 kesan jî birîndar bûne.