Inter Milan Kupaya Super a Îtalî hilgirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Inter Milan şeva borî li Siûdiye di fînala Kupaya Super a Îtalyayê de bi encama (3 - 10) bi ser AC Milan ket û nasnavê vê pêşbirkê wergirt.

Şeva borî li yarîgeha Şah Fahd a Navneteweyî ya Riyadê, Inter Milan û AC Milan di fînala Kupaya Super a Spanyayê rûbirûyî hevdu bûn û Inter Milan bi encama (3 - 0) bi ser ket.

Golên Inter Milan di xulekên (10, 21, 77) de bi riya Federico Dimarco, Edin Dzeko û Lautaro Martinez hatin tomarkirin.

Inter Milan di dîroka xwe de ji bo cara heftemîn Kûpaya Super a Îtalyayê bidest dixe û bi AC Milan re wekhev bû, û ew her du tîm bi 2 nasnavan di rêza duyemîn de li pişt tîma Juventus tên.