Li Sûriyê êrîşî baregeheke Hevpeymaniya li dijî DAIŞê hat kirin

Baregeha hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê, rastî êrîşeke dronî hat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê, rastî êrîşeke dronî hat.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, îro danê sibê 20ê Çileya 2023an, êrîşî baregeha Tenef hat kirin.

Herwiha eşkere kir ku êrîş bi rêya dronan hatiye kirin.

Baregeha serbazî ya Tenefê, dikeve sînorê navçeya "55 kîlometre" li sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdinê.

Li gor zanyariyên destpêkê, gumana wê yekê heye ku dron ji aliyê wan grûpan ve hatibe arastekirin, ku nêzîkî Îranê ne.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ketine rewşa "amadebaşiyê".

Ji destpêka îsal ve, ev cara yekem e ku êrîşeke bi vî reng, bi ser hêzên biyanî yên li ser axa Sûriyê tê kirin.

Herî dawî pênc meh berê êrîşeke wisa li ser baregeha serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatibû kirin.